Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ferhengoka Kurdî(Kurmancî)-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî ya Murat Bayram û Ferid Demirel, edîtorên bianet kurdî yê amade kirine derket. Ferhengok ji bo "Projeya Kitêbxaneya Nûçegihaniya Zayenda Civakî û Kitêba Destan ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî" ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê hatiye amadekirin.
Ev ferhenga ku wek "Ferhengoka Kurdî(Kurmancî)-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî" hatiye binavkirin, ferhengeka welê ye ku gotinên ji bo Nûçegihaniya Zayenda Civakî di xwe de dihewîne. Her weha berhemeka nûçegihaniya zayenparêz a bianetê ye.
Ferhengoka ku bi awayekî dijîtal hatiye amadekirin, wê di nava demê bi peyvên nû berfireh bibe.
Ji Pêşgotina Ferhengokê;
Dema ku têkiliya me ya şexsî bi kesên dî re nebe civak wan çawa li me bide nasîn em ê wan welê nas bikin. Bîra civakê wek mîratekê ye û ji pêşiyên me ji me re maye. Heke em ne li çînên/sinifên mirovên dezavantaj bin mesela em mêrên heteroseksûel bin, çêdibe ku em ji bo dîtina mafên wan kesên LGBTI kor bin. Berpirsiyarîya bianetê li vê derê xwe eşkere dike. Divê em mafên wan ferq bikin, bizanin ragihandineka dî jî mumkin e û ji bo em mafên wan ferq bikin divê her car em ji xwe bipirsin gelo em nûçeyan çawa binivîsin em ê mafên wan binpêbikin/binpênekin? Ji Gulana 2016ê ve bia kurdî wan nivîsan diweşîne ku em li ser wan fikirîne. Mîsyona me ew e ku divê em girîngîyê bidin qaîdeyên rêzimana kurdî û di heman demê de girîngîyê bidin "nûçegihaniya mafparêz." Ev ferheng ji xebat û tecrûbeyên me yên ji bo wergerandin û nivîsîna nûçeyên mafparêz pêk hatiye. Ev ferhenga ku me wek "Ferhengoka Kurdî(Kurmancî)-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî" bi nav kiriye, ferhengeka welê ye ku gotinên ji bo Nûçegihaniya Zayenda Civakî di xwe de dihewîne. Gotinên di vê ferhengokê de carinan çêdibe ku li dijî qalibên kevneşopane yên civaka kurdan jî be lê em hêvî dikin ew qalib-gotinên di ferhengokê de dê bikare li nava civakê de jî cihê xwe bibîne. Me ferhengoka xwe bi awayekê dîjîtal amade kiriye. Hem kurdî-tirkî hem jî tirkî-kurdî ye. Ev ferhengok berhemeka nûçegihaniya zayendparêz ya bianetê ye. Em ê ferhengokê bi pîvanên bianetê yên "Nûçegihaniya Aştîxwaz, Nûçegihaniya Zarokparêz, Nûçegihaniya Zayenda Civakî" berfireh bikin. Heke hûn bixwazin em hin gotinên dî li ferhengoka xwe zêde bikin ji kerema xwe re ji me re binivîsin. Heke wek me hûn jî lê mabin heyrî ka hûn ê rewşekê çawa îfade bikin ji me re jî bişînin. Me ev ferhengok ji bo "Projeya Kitêbxaneya Nûçegihaniya Zayenda Civakî( haberdetoplumsalcinsiyet.org ) û Kitêba Destan ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî" amade kiriye. |
* Ev proje bi piştgiriya DIHAAyê(Fona Amûra Ewropayê ya Mafên Mirovan û Demokrasîyê ya Yekîtîya Ewropayê) hatiye pêkanîn. (MB/FD)