Foto: Murat Bayram / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cara yekê ye ku di kurdî de ferhengek li ser têgehên hiqûqa navnetewî hatiye çapkirin. Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî ji hêla Sabir Ebdulahîzadê ku bi eslê xwe ji bajarê Umriyeyê ye hatiye amadekirin û Weşanxaneya Sîtavê jî çap kiriye.
Ferheng ji du cildan pêk tê ku cildê duyem wê piştî demekê bê çapkirin. Di vî cildê yekem de, 1224 têgehên hiqûqa navnetewî yên ku bingeha wan ingilizî ye cih digirin. Di ferhengê de wateya van peyvan bi kurdî, tirkî û farisî hatine nivîsandin.
Foto: Murat Bayram / bianet
Ji heşt beşan pêk hatiye
Ferheng ji heşt beşên hiqûqa navnetewî pêk hatiye ku beşa dewlet, naskirin û şûngirî, beşa hiqûqa mafên mirovan a navnetewî, beşa hiqûqa peymanên navnetewî, beşa hiqûqa rêxistinên navnetewî, beşa hiqûqa berpirsiyariya dewletê, beşa hiqûqa çareseriya aştiyanê ya nakokiyên navnetewî, beşa hiqûqa hewayî ya navnetewî û beşa hiqûqa sizayê ya navnetewî ne.
Amadekar û nivîskarê Ferhengê Sabir Ebdulahîzadî ji bianetê re da xuyakirin ku ew nêzîkî sê, sê sal û nîvan li ser ferhengê xebitiye. Ji ber ku beriya niha di kurdî de çavkaniyeke derbarê hiqûqa navnetewî de tune bû, hin zehmetî kişandiye. Ebdulahîzadî diyar kir ku ferheng wê ji bo kesên şaxa hiqûqa navnetewî dixwînin, siyasetmedar, kesên li ser ziman kar dikin û kesên karê ragihandinê dikin bibe çavkaniyek.
Ji bo fakulteyên hiqûqê dikare bibe çavkanî
Sabir Ebdulahîzadî got ku her weha wê karibe ji bo fakulteyên hiqûqê jî bibe pirtûkeke alîkar û ji bo vê jî bal kişand ser Zanîngehên li Rojava ango Bakurê Sûriyeyê vedibin.
Sabir Ebdulahîzadî ew agahî da ku ji bo cilda duyem a ferhengê jî amadekarî tê kirin û dema cilda duyem a ferhengê biqede wê 5 hezar têgehên hiqûqa navnetewî di xizmeta xwendekar, lêkolîner, nivîskar, siyasetmedar û rojnamegeran de be.
Derbarê Sabir Ebdulahîzadî de
21ê Îlona 1986ê li bajarê Urmiyê, navçeya Mirgewerê, gundê Dizê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, dibistana navendî û lîse li li vê navçeyê xwendiye û sala 2006ê lîsansa hiqûqê li Zanîngeha Ûrmiyeyê qezenc kiriye. Pişt re sala 2011ê ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê û Lisansa Bilind a Hiqûqê (Şaxa Hiqûqa Navnetewî) li Zanîngeha Azad a Îslamî bi dereceya herî baş bidawî kiriye. Sala 2014an doktoraya Hiqûqa Navnetewî li Zanîngeha Hemedanê qezenc kiriye. Di heman salê de li Zanîngeha Mihabadê dest bi dersdêriya hiqûqê kiriye. Lê sala 2016an ji ber sedemên siyasî ji zanîngehê hatiye avêtin. Ji ber fişar û gefên rejîmê neçar maye ku ji Îranê derkeve. Niha li bajarê Wanê dijî. (FD)