Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ferhat Tûnçê ku li ser ‘’Komkujîya Enqereyê’’ klîbek çêkiribû li ser Kobanîyê jî klîbek çêkiriye.
Di 1ê Çiriya Paşiyê de Lijneya Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtîya Ewropayê(EUTCC) û Peace Campingê ‘’seferberiya ji bo mirovatîyê û Kobanîyê’’ xwestibû û ew roj wek ‘’Roja Cîhanî ya Kobanîyê’’ îlan kiribû.
Banga Roja Kobanîyê, xweyîyê Xelata Aştiyê ya Nobelî û mafparêzê Adolfo Perez Esquivelî digel zimannasê Amerîkayî Noam Chomsky û 128 kesayetan kiribû.
Klîp ji wan dîmenan pêk tên ku dema Ferhat Tûnç çûbû Kobanîyê Ferhat Arslanî girtibûn.
Li ser klîbê Tûncî gotiye:
‘’Wek kesekê mûzîkjen min beşek ji çîrokê got, wênesaz ji aliyekê dî ve, helbestkat ji aliyekê dî ve bibêje çîroka vê têkoşînê dê bê temamkirin.’’ (HK/MB)