Ferhat Tûncî bi boneya salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî vîdeoklîpek amade kir.
Tûncî vîdeo li Dêrsimê kişand ku bi boneya yadkirina 80emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî çûbû Dêrsimê. Ferhat Tûncî ji bo zêmara bi navê “Sonde Halvoriyê” di 80emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî vîdeoklîpek amade kir ku stran di albuma wî ya bi navê “Kobanî”yê de cî digire.
Gotinên zêmarê ji hêla Huseyîn Yorulmazî ve hatiye nivîsandin û besteya wî jî ji hêla Ferhat Tûncî ve hatiye çêkirin. Dîmenên vîdeoyê wênekeşê siruştê Îsmaîl Ateşî kişandine û montoja wê Ahmet Karaagaçî di Studyoya Filman a ADAyê de hatiye amadekirin.
Tûnc: Biryara ku li Halvoriyê hatiye standin weke sedema darvekirinê tê nîşandan
Ferhat Tûncî diyar kir ku vîdoeklîp bi çîrokeke rêyê dest pê dike ku bûyereke rastîn a dîrokî ye. Tûncî wiha got:
“Çîrokeke rastîn a dîrokî a vê zêmara bi navê ‘Sonde Halvoriyeyê’ heye. Min xwest di 80emîn salvegera Seyîd Riza û hevalên wî de vê rastiyê bi bîr bînim. Ne mimkun e ku ev trajediya mezin a ku çêbûye ji bîr bikin. 4ê Gulanê ya sala 1937ê ji ber ‘Biryara Lijneya Wezîran a Derbarê Tevgera Dûrkirinê (Tenkîl) a Tûnceliyê’ li Dêrsimê metirsiyeke mezin dest pê kiriye. Êl ji ber tevgera leşkerî ya ku dewlet wê li Dêrsimê bimeşîne li ber Çemê Mûnzirê tên ba hev.
Li wir civînek çêdibe ku Seyîd Riza, Civler Axa û Ûsene Seydî jî beşdarî vê civînê dibin. Li wer wî tiştî dipeyivin ku li ser ihtimala qirkirinekê wê çi bikin û biryarê didin ku bi hev re li ber xwe bidin. Li ser Gola Xizirê ya ku civîn lê çêdibe sondê didin Mûnzirê. Ev civîn paşê di dema dadgehkirinên li Elezîzê de dikeve nava îdianameyê û weke sedema darvekirina wan tê nîşandan." (HK/FD)