Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê duh kongreya xwe ya asayî ya 4an li dar xistiye. Kongre li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatliyî ya li navçeya Kuçukçekmeceyê pêk hatiye.
Ji ber ku hejmareke zêde kes, beşdarî kongreyê bûne, li salona navendê cih nemaye.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDPyê, nûnerên pêkhateyên HDPyê, nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî kongreyê bûn.
Li salona navendê, beşdaran slogan ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê can daye û girtiyên siyasî slogan berz kirine. Beşdaran gelek caran sloganên “HDP gel e gel li vir e” berz kirine.
Bîrol û Encû hatine hilbijartin
Di kongreyê de Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPê bi kurdî û tirkî beşdar silav kirine û gotiye: “Em tên ku serweriya rêbiriya wan hilweşînin. Li benda me be Stenbol li benda me be. Li benda me be Amed, Hekarî, Îzmîr, Wan. Em hatin û va em tên. Em serweriya rêbiran, zaliman, dizekan, derewkaran hildiweşînin. Em ê teqez hilweşînin. Vaye ev coş û girse tirsa nava dilê wan e.”
Piştî axaftina Sancarî raporên malî û xebatê hatine xwendin. Di Kongreyê de Bajarê konsertek daye û beşdaran govend gerandine.
Her weha di kongreyê de hevserok û rêveberên nû yên HDPya Stenbolê hatine hilbijartin. Di kongreyê de lîsteyek tenê ketiye pêşbaziyê û di encama hilbijartinê de jî endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên HDPyê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encû bûne hevserokên nû yên HDPya Stenbolê.
Emniyetê giliyê kongreyê kiriye
Serokatiya Beşa Dijterorê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê aşkere kiriye ku wan giliyê Kongreya Asayî ya HDPya Stenbolê ya 4an kiriye. Emniyetê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku, ji ber di dema kongreyê de slogan ji bo Ocalan berz kirine û merş xwendine, wan giliyê kongreyê li cem Serdozgeriya Komarî kiriye.
Piştî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê giliyê kongreyê kir, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê jî aşkere kiriye ku wan biryar daye, lêpirsîna kongreyê bikin. (FD)
*Çavkanî-Fotograf:MA