Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Gundê Robozikê yê Şirnexê şer çêbûye. Li derengê şevê DHAyê bi nûçeyekê da zanîn ku di şerekê di navbera PKKyê û ‘hêzên ewlehiyê’ de serbazek hatiye kuştin.
Li siet 10ê şevê jî parlamenterê Şirnexê Ferhat Encûyî dîyar kiriye ku li Robozikê bi ser komeka sivîl a 10-15 kesî de bombeyên obûs tên berdan û sivîlek hatiye kuştin û 5 sivîl jî hatine birîndarkirin.
Encûyî dîyar kiriye ew sivîlê hatî kuştin, li heman cihê berê komkujî lê bûyî hatiye kuştin.
Li Robozikê li heman cihî firokeyên şerî yên TSKyê( Hêzên Çekdar ên Tirkan) bombe bi ser 34 sivîlan de barandibûn û ew kuştibûn. Li Robozikê 11 xizmên Ferhat Encûyî jî hatibûn kuştin.
Encûyî ji DIHAyê re gotiye ku 30-40 kesên ku li ser sînorî qaçaxçîtî dikirin li ser sînorê Iraqê asê mane.
Encûyî ji BBCyê re jî gotiye 5 birîndar hene û jiyana du ji wan di xetera mirinê de ye.
Serokerkaniya Tirkiyeyê li daxuyaniya xwe ya rojane behsa bûyerê û kuştina serbazî nekiriye. (HK/EKN/MB)
Roboski'de sınır ticaretine gidenlerin bombalandığı ölü ve yaralılarn olduğu bilgisi geldi. Bütün Roboskî halkı şu anda sınıra doğru yürüyor
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) May 29, 2016
Bombalama yine Roboskî katliamının olduğu aynı yerde olmuş. Ölülerin olduğu bilgisi geliyor.
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) May 29, 2016
15 kişiye yakın bir kafile ile gidilmiş. Köyün tamamı bölgeye akın etti. Bomba sesleri köye kadar gelmiş. Birçoğuna ulaşılmıyor hala
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) May 29, 2016
Bombalama obüsler ile yapılmış. Köyün tamamı bölgeye akın ettiği için kimseye ulaşılmıyor. Roboskî yine yangın yeri...
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) May 29, 2016
1 kişi yaşamını yitirmiş 5 kişi yaralı. İçinde ağır yaralılarda var. Basın yine suspus, yine ambulans yok, yine Roboskî, yine katliam..
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) May 29, 2016