Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementerê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye, bo 5. salvegera Qetlîama Roboskiyê ji malbatan re name şand.
Encu di nameya xwe de got ku 5 sal in sûcdarên qetlîamê nayê cezakirin û daxwazen wan ê aştiyê jî bê bersiv dimîne.
Nameya Ferhat Encu bi vî rengî ye:
“Gelê me yê qedirbilind, gelê Roboskê yê hêja û dayikên me yên ku ji dilê wan êş difûre,
Ez bi hezkirin û hurmetdayinê we hemûyan slav dikim.
“Ji 28ê Kanûna 2011an ve, di ser kuştina 34 mirovên me, birayên me re 5 sal derbas bûn. Kirdeyên vê komkujiya bi zanebûn û plankirî hatine parastin. Mixabin li ser yek kesî jî lêpirsîn nehatiye vekirin. 5 salan bi têkoşîna xwe ya rûmetdar ji bo ku kirdeyên vê komkujiyê werin darizandin wê gelek fedekariyê mezin kirin. Mixabin ji ber ku, yên ku ev komkujî pêk anîn, hê jî vî welatî bi rê ve dibin, ên ku ciza li wan hate birîn, hûn û hevgirê we bûn.
“Dayikên me yên hêja yên bi kul û kovan, birayê min, apên min û gelê me yê êşkêş;
“Bi têkoşîna xwe ya 5 salan me tenê tiştek xwest; ji bo ku Roboskêyeke dî pêk neyê bila kirde werin cizakirn û li van xakan ku gelek Roboskê pêk hatine, bila pirsgirêk bi rêyên demokratîk were çareserkirin û aştiyeke rûmetdar saz bibe. Lê mixabin cihê ku niha em lê ne, mirin, xwîn, girî û talan e; li ser Kurdan û çewisandiyan polîtîkayên şerê giştî lidarxistin.
“Em li dijî vê polîtîkaya giştî ya îmha û înkarê, em ê dadmendî, jiyana bi hev re û wekhev, aştiyê biparêzin. Dikarin me bixin zindanan, hilbijartiyên vî gelî dikarin bigirin, dikarin vîna gelê me ji nedî ve werin. Lê em ê hêviya xwe neşikînin, em ê li ber xwe bidin û serkeftin wê ya gelê birûmet be.
“Bi van hîsan di serê de 34 birayên min, hemû kesên ku li van xakan jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim û jidil we hemûyan slav dikim.
“Ku em miriyên ku li ser qantiran hatin kirin ji bîr bikin, bila dilê me hişk bibe.”
Ferhat Encu kî ye?
Di 5ê Tebaxa 1985an de li Roboskiyê hatiye dinê. Lîseyê qedandiye. Bi awayekî baş, Tirkî û Kurdî dizane.
Di 28ê Kanûna 2011an de 34 kes ku 28ê wan ji heman malbatê bûn, di navbera gundên Roboskî-Bujehê de di encama bombebarana balafirên şer de hatin qetilkirin. Birayê Ferhat Encu jî di wê qerlîamê de hate kuştin.
Ferhat Encu di 7ê Hezîranê de ji HDPê weke parlementerê Şirnexê hat bijartin. Piştî wê yekê di hilbijartinê 1ê Mijdarê de jî dîsa li Şirnexê HDP serkeftî bû û ew weke parlementer hat bijartin.
Encu di encama operasyonên li dijî parlementerên HDPê de di 4ê Mijdara 2016an de hat girtin.
(BK/YO)