Ferecê di sala 2002ê de dest bi muzîkê kiriye. Di destpêkê de bi şêwazê rockê derketine û piştî 2004an xwe li şêwazê metalê dane û hê jî li ser vî şêwazî berdewam in û bi vî şêwazî distirên.
Li Herêmê piştî komên mûzîkê yên wek Wetan, Tîpî Xanzad şêweya mûzîka rockê belav dibe û bi Koma Rewşen û yên weke wê dewam dike. Her çiqas ku di salên nodî de rock zêde berbelav nebe jî di salên 2000î de êdî gelek komên cur bi cur derdikevin ser dikê û li kêlake çanda dengbêjan şêweya rock, blues, metal û yên weke wan zêde dibin.
Ferec jî yek ji wan komên ku di wê demê de derketine û bi salane bi eşqeke mezin stranên xwe distirê ye. Dengê solîstê Ferec, Fuat Taş (Reh) heftiyê sê rojan bi ser kûçeyên Wanê dikeve û hewceye ez bêjim ku dengê stranên heavy metalê pir li van kûçeyan tê. Ji deng, şêwe û stranên Ferec heta bateri, gitara elektro, cil û bergên wan bi her awayî performansên pir xweş li dar dixe.
Solîstê komê Fuat Taş têkildarî komê û şêwazê muzîka xwe bi Bianet-Kurdiyê re axivî.
Ferec 20 sal berê ji sahneya dawetan destpê kir û îro li cih û warekî mûzîkê yê mîna Heavy Metalê ye. Tu dikare qala rêwitiya mûzîka Ferec bike?
Di sala 2002ê li Culemêrgê bi çend hevalên xwe re, me dest bi mûzîkê kir. Em li dawetan derdiketin, me stranên herêmî yên gelerî dixwendin. Roj bi roj em ber bi mûzîka rockê ve çûn. Sala 2004’an em 4 heval ji komê veqetîyan. Em hêdî hêdî li ser mûzîka rockê û li dû de jî metalê xebitîn. Roj ji roja din em di nav vê mûzîkê de kûr bûn û tîr bûn. Di sala 2009’an de me ji SES Plakê albûma xwe bi navê “Helîkoptêr” derxist. 2013’an jî me albûma xwe ya duyemîn bi navê “Herb” hazır kir lê ji ber şert û mercên heremê me ne weşand.
“Teknolojî kedê û pisporiyê ji holê radike”
Di şert û mercên îroroja teknolojîk de hem hêsanî hem jî zahmetiyên belavkirina stran, albûm û hwd hene. Di nav vê heyama ku di kêlî û saniyeyan de stran derkevin de Ferec hunera xwe çawa li dar dixe, tişta ku îro Ferec li ser lingan dihêle çiye?
Teknolojî hem firsend hem jî astengek mezin e. Firsen de, ji ber ku dengek dikare bigihije hemû dinyayê. Asteng e, her kes dikare her karekî bike. Bi programên mûzîkê her kes dikare stranan çêbike. Teknolojî kedê û pisporîyê ji holê radike. Sala ku me albûme xwe çêkirî teknolojî evqas pêş ve neçûbû. Qasî îro teknolojî di nav jîyanê de ba me yê ne dikarî albûma xwe weşîne.
Tişta ku me li ser lingan dide sekinandin pêşî bawerîya me ye û zanîna veguherinên civaka me kurdan e. Dînamîzma vê veguherînê me gişt digre û em her daîm dikarîn berhemên nû biafirînîn. Em her dem bi ciwanan re ne. Veguherînên ciwanên kurd, fikr û ramanên nû dişopînîn û berhemên nû derdikevin. Alîyê aborî jî li bar û cafeyan em derdikevîn programan. Lê serê her tiştî ew e ku bawerîya me qet naqede.
Ez jî yek ji wan guhdarên Ferec ên ku bi Newroza Colemergê, min koma we nas kir. Tu dikare hinekî qala wî ruhê Ferec ê wê demê bike? Ferec bi terz û stranên xwe, bi afrîneriya xwe îro xwe li ku dibîne, ji ber çi?
Ez bi bawerim ku hûn behsa Newroza 2010ê dikin. Albûma me nû derketî bû û coşa me zêde bû û deng veda bû. Ji gelek aliyan dawet û teklîfên hevpeyvînan dihatin; hem li hundir hem jî ji derveyê welat. Çapamenî û medya gelek li ser berhema me û hebûna me disekinîn. Wekî min got coşa me zêde bû. Em li Culemergê dihatîn nasîn lê deverên din em bi albûmê hatin nasîn. Dema me hazirîya albûmê dikir her wiha li Stenbolê Festivala bi navê ‘BarışaRock’ jî em derketibûn hember hezaran. Lê di Newroza Culemergê de me li hember deh hezaran stranên xwe gotin. Li dû Newroza Culemergê em derketin gelek festival û konseran jî lê coşa wê Newrozê cudatir bû. Ligel ku cara yekem bû gel mûzîka me guhdarî dikirin jî, tev li me û stranên me bûn û baweriya me xurt kirin.
"Forma mûzîka me formeke biyanî be jî em parçeyek ji civaka kurda ne"
Gotin û mûzîka gelek stranan jî hema bêje eydî we bixwe ne. Wek destpêk Helîkopter, Hêvî, Xatûnê, Bavê min Şivan e, Sîstem û gelek stranên Ferec ên din, pişta xwe dide çanda kurdan, pirsgirêkên civakî û siyasî jî. Di nav van şert û mercên zahmet ku civaka kurd û tevahî tê de, bandoreke çawa li pêvajoya hilberîna we dike?
Her çiqas forma mûzîka me formak bîyanî tê hisêbin jî em bi xwe parçeyek ji civaka kurd in. Xweşî û nexweşîyên civaka kurdan heman demê xweşî û nexweşîyên me bixwe ne jî. Em di nav civaka kurdan de ne, çi xweşî û nexweşî çêbin bandor li me jî dike. Dibe ku hinek kes ji şiklê me hez neke û me bîyanî bihesibîne, lê em kurd in û ji kul û êşên civaka xwe dûr nînîn. Em jî bêguman bi wan êş û eleman pijîyan ku heta hatin vê rojê.
Muzîka heavy metal bi gelemperî bi ruhê xwe yê serhildêr, lêgerîna azadiyê û gotinên xwe yên ku rexneya civakî nîşan dide tê zanîn. Gelo em dikarin bibêjin ku di taybetmendiya Kurdistanê de, tu van hestan hemûyan di mûzîka xwe de nîşan dide; ango di rîtm û awazê mûzîka te de raste rast şahidiyên te-Ferec dihewîne?
Rast e. Lê kêm e. Bi bawerîya min asta lêgerîna azadîyê ya civaka kurd gelek pêş ve çûye. Heger me bidîta ku gelê me li hember azadîxwaziya ciwanan û nifşên nû asteng dibe rexneyên me jî wê dijwar bane. Lê gelê me ne li dijî azadîyê ne. Daxwaza civaka me bixwe azadî ye, em gelê kurd azadîxwaz in. Gelê me dizane ku bingeha hemî pirsgirekên wan, ne azadbûn e. Ji ber vê yêkê gelê kurd rexneyên gelek dijwar heq nake. Di rewşa ku gelê me têda divê rexneyên girîng derveyê gelê me bê kirin. Na bêjim ku civaka me mutekamîl e, lê ji bo rêxneyan hê zûye.
"Me rûyek din ê civaka kurd nîşanî dinyayê da"
We du albûmên têra xwe têr û tije çêkirin. Tişta we hêvî dikir kete destê we? Xabata albûmeke nûheye gelo?
Me rêyek vekir. Ez bawerim ku me rûyek din yê civaka Kurd nîşanî dinyayê da. Her wekî din bi hebûna me bawerîya gelek ciwanên Kurd bi wan hat û ketin nav gelek xebatên hunerê. Ev çende bixwe jî karekî giring bû û em bixwe bextewar û serbilind in. Albûm dibe nabe em nizanin lê em hê stranan çêdikin.
Wek tê zanîn ku di serê vê sedsalê de kurd bi berxwedana xwe navê xwe li gelek deveran belavkirin. Ev berxwedana heyî di qada hunera kurdî de çiqasî xuya dike, hun jî wek komeke ku ligel hemû neyîniyên heyî hunera xwe bi kurdî dikin, rewşa hunera li Bakur hun çawa dibînin?
Berxwedana kurdan li hemî dinyayê deng da. Lê di serî de hunera kurdan gelek nedihate nasîn. Berxwedana kurdan berhemên kurdan jî zêde kirin. Piştî xwalî kirina gundan ku bajarên kurdan tijî bûn, çanda kurdan li bajaran berhev bû. Berê çand û hunera kurdan li gundan bû, bigel vê sedsalê bajarên kurdan bûna navenda hemî jîyana wan. Bi gundîyan re dewlemendîyek giring hate bajaran û hunera kurdan gelek gelek pêş ve çû. Çavkanîyên huner û çanda kurdan gund bûn, ew jî herikîn bajaran. Me jî gelek ji wê avê vexwar.
Titşeke tu lê zêde bike heya an na?
ji bo vê hevdîtinê spasîyên xwe ji we û rêz û hurmetên xwe ji xwendewanan re dikim.
(WS/AY)