Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî a Stenbolê li dijî navdaran ji bo “madeyên hişbir” daye destpêkirin de
fenomena medyaya civakî Mukremin Gezgin şeva 3ê Sibatê li Enqereyê hatibû desteserkirin. Gezgîn duh îro hate girtin.
Li gorî rojnameya Milliyetê, piştî îfadeyê wê yên li emniyetê, Gezgin birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Dadgehê bi tohmeta ku "bikaranîna madeyên hişbir hêsan kiriye" û "kes arasteyî fihûşê kiriye, fihûş pê daye kirin ango cih peyda kiriye” biryara girtina wê da û şand girtîgehê.
Li ser TikTokê 1.6 mîlyon û li ser Instagramê 416 hezar şopînerê Gezgînê hene.
Li gorî nûçeya Yeni Şafakê Gezgin li beşa mêran a Girtîgeha Metrisê ya bi Hejmar 2yê hatiye bicihkirin.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne jî nîşan didin ku polîsên mêr di dema desteserkirinê de bi Gezginê re bûne.
(TY/AY)
