Serap Avci di zewaca xwe ya 7 salan de her tim rastî tûndkariyê dihat û dema xwest cihê bibe rastî gefên hevserê xwe Yasîn Avci hat û şeva 18ê Nîsanê bi mirinê re rû bi rû ma.
Serap ji bo li hemberî tûndkariya dijwar a hevserê xwe, xwe biparêze neçar ma kêrê bigire. îro bi tohmeta ku "bi qestî hevserê xwe kuştiye" bi awayê girtî tê darizandin.
Tûndkariya ku Serap Avci rûbirû bû saet di 03.30an de dest pê kir. Dema Serap di xew de ye bi tûndkariya Yasîn Avci ji xewê tê şiyarkirin. Serap di dema pevçûn û êrîşên li malê de li hemberî lêdan û tûndkariyê neçar ma xwe biparêze. Yasîn Avci tûndkarî li Serapê dikir û di dema tûdkariyê de xwest wê ji qata 12an bavêje xwarê. Di wê kêliyê de Serapê bi kêra ku di tariyê de bi dest ketibû, parastina xwe kir û bi vî rengî xwe ji kuştinê rizgar kir.
Ev çalakiya ku Serap li jiyanê hîşt, niha jî bûye sedem ku bi tohmeta "kuştina bi qestî" were darizandin. Serap a ku wê şevê nekarî ji destê hevserê xwe bireve û neçar ma li ber xwe bide, kariye xwe ji kêliyên tundiyê rizgar bike jî, lê îro jî bi awayê girtî tê darizandin.
Di 27ê Mijdarê de li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kuçukçekmeceyê wê doza Serapê pêk were. Tê xwestin ku têkoşîna Serapê a ji bo jiyanê weke xweparastineke rewa ya hiqûqî bê qebûlkirin.
Rêxistinên jinan ji bo berdan û beraeta Serap Avciyê banga hevgirtinê kirin û li ber edliyeyê bang li hemû jinan kirin ku piştgiriyê bidin wan.
Danişîna destpêkê a Serap Avciyê dê di 27ê Mijdarê saet di 13:30an de li Edliyeya Kuçukçekmeceyê pêk were.
(EMK/AY)