Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Almanyayê jinên endamên FEMENê ne ji bo Peymana Stenbolê çalakiyek li dar qistine.
Jinan li 40 cihên cida afîş daliqandiye û gotiye ku bila Peymana Stenbolê bicih bînin.
FEMEN Turkeyê fotograf û zanyariyên derbarê çalakiya li Almanyayê de bi rêya hesabê xwe yê Twitterê weşandiye. Femen Turkeyê gotiye, Peymana Stenbolê, berfirehtirîn peyman e ku heta niha ji bo mafê jinan hatiye îmzekirin. FEMENê di berdewamiyê de wiha nivîsiye: “Di wê demê de ku xwişkên me ji bo Peyman bi awayekî bibandor were bicihanîn li Ewropayê çalakiyan li dar dixin, em ê jî ji bo Tirkiye careke din Peymanê bicih bîne, têkoşîna xwe berdewam bikin. Lewma em dizanin ku Peymana Stenbolê dide jiyîn.”
Ji serê salê û vir ve mêran li Almanyayê herî hindik 65 jin kuştine.
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne. (EMK/FD)