Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Ucayê, bi boneya 8emîn salvegera qetlîama Êzidiyan a 3ê Tebaxa 2014an li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû kirin, pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsê kiriye.
Ucayê di pêşniyara xwe de gotiye ku “Bila Tirkiye Qetlîama Êzidiyan weke Komkujî nas bike.
Ûcayê di pêşniyaznameya xwe de weha gotiye:
“Qedera civaka êzidî ku ji ber baweriya xwe 74 caran rastî fermanan hatiye, di sedsala 21mîn de jî neguherî. Êzidiyên ku bawerî û çanda xwe gihandine roja me, li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê bêçek bûn û li Şengal û Şêxanê rastî komkujiyê hatin ku weke Fermana 74’an tê binavkirin. Êzidiyên ku ji mal û warên xwe hatine kirin, ji hemû derfetên xwe yên madî bûn û terkî mirinê hatin kirin. Bi hezaran êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin, gelek kal û nexweş ji tî û birçan mirin û gelekan jî ji ber sermayê mirin.”
Gelek welatan komkujî naskirine
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya sala 2015an de diyar kiriye ku DAIŞê li dijî êzidiyan bi awayekî plankirî ‘qirkirin’ pêk aniye. Her wiha Konserya Mafên Mirovan a NY’yê jî di rapora xwe ya sala 2016an de destnîşan kiriye ku DAIŞê li dijî êzidiyan qirkirin pêk aniye.
Her wiha Parlamentoya Ewropayê jî di sala 2016an de ev komkujî weke qirkirin qebûl kiriye. Di heman salê de rêveberiya DYAyê jî ragihandiye ku DAIŞê li dijî êzidiyan û kêmneteweyên din ‘qirkirin’ kiriye.
Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) di Cotmeha sala 2017an de bang li hemû dewletên Ewropayê kiriye ku bi awayekî fermî komkujiyên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê bi taybet jî li dijî êzidî, xiristiyan û misilmanên ne sunî kirine weke qirkirin nas bikin. Li ser vê bangê jî Belçîka, Hollanda, Almanya û hinek dewletên din qirkirin bi awayekî fermî nas kirin. Ji bo ku welatên din jî vê weke qirkirinê nas bikin xebat tên meşandin.”
“Di rapora NYyê de qirkirina li dijî êzidiyan li gorî ‘Peymana Derheqê Pêşîlêgirtina Sûcên Qirkirinê û Cezakirinê’ ku Sûriye û Iraqê jî îmzekirine hate pênasekirin. Xaka pîroz a êzidiyan di heman demê de li Tirkiyeyê jî heye û divê Tirkiye jî li berpirsyariya xwe rabe û rê li ber tunekirina bawerî û çanda êzidiyan a bi rêya komkujî û qirkirinan bigire.”
Sedemên xalên pêşniyaznameyê weha ne:
“XALA 1EM- Meclisa Tirkiyeyê qirkirina li dijî civaka êzidî nas dike ku yek ji civakên qedîm ên Rojhilata Navîn e û ji dîrokê ve her tim rastî qirkirinê hatine.
XALA 2EM – Roja 3ê Tebaxê ku weke Komkujiya 74an tê binavkirin, weke Roja Qirkirina Êzidiyan hatiye naskirin.
XALA 3EM – Berpirsyariyên li dijî êzidiyên li Tirkiyeyê dijîn û yên ji neçarî hatine Tirkiyeyê tên qebûlkirin.
XALA 4EM– Ji bo ku heqîqeta derheqê civaka êzidî de derkeve holê, berpirsyariyên xwe diyar dike.
XALA 5EM – Xala Meriyetê ye.
XALA 6EM- Xala Likarbûnê ye.”
Pêşnûmeya lêkolînkirina Meclîsê
Di heman demê de parlamenterên HDPê Nûran Îmîr, Şevîn Coşkun û Pero Dundar jî ji bo tespîtkirina pirsgirêkên êzidiyên hatine Tirkiyeyê, mafên wan dîsa lê werin vegerandin, ji bo ku bikarin tazmînatê wergirin bingeh jê re were amadekirin, ji bo parastina nasname û baweriya wan û ji bo ku dîsa li xaka xwe ya dîrokî vegerin, pêşnûmeya Lêkolînê dane Meclisê.
Taşdemîr ev pirs kirine:
“* Gelek welatên Ewropa û cîhanê komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan weke ‘qirkirin’ nas kirin. Gelo Tirkiye çima vê komkujiyê weke qirkirin qebûl nake?
* Tê îdiakirin ku lingekî bazirganiya jinan a DAIŞ’ê li Tirkiyeyê ye. Gelo ev îdia rast e?
* Jinên êzidî jî di îfadeyên xwe de ev yek piştrast kirin. Gelo derheqê van îdiayan de lêpirsînek hatiye destpêkirin?
* Heke lêpirsînek hebe û hêj bidome, çend dosya di destê we de ne?
* Ji bo pêşîlêgirtin û rizgarkirina bazirganiya jin û zarokên xiristiyan, cihû û êzidiyan gelo planeke çalakiyan a hikûmetê heye? Heke hebe gelo çi ye?
* Heta niha çend jin û zarok li Tirkiyeyê hatine rizgarkirin?
* Alîkariya psîkolojîk û pêdiviyên jiyanî yên bingehîn bi wan jin û zarokên êzidî re hatiye kirin an na?
* Tê îdiakirin ku lingekî bazirganiya jin û zarokan a DAIŞ’ê li Tirkiyeyê tê kirin. Gelo li dijî zîhniyet û bazirganiya DAIŞ’ê bernameyeke we ya têkoşînê heye?
* Heke hebe, bi rêxistinên jinan ên li jor hatine destnîşankirin re pêwendî hatine danîn an na?
* Warê êzidiyan Şengal çima di bin navê operasyonên derveyî sînor de tê bombebarankirin?
*Çima demografyaya herêmên ku êzidiyên Şengalê ji neçarî lê koçber bûne tê guherandin? (EMK/AY)