Felaketa ji beriya 20 salan: 17 hezar kes miribûn

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji beriya 20 salan, 17ê Tebaxa 1999ê erdhêj çêbûbû. Serê sibeyê li Golcuka Kocaelîyê erd hêjayîbû û tesîra erdhêjê li herêma Marmarayê belav bûbû.
*Gelo heke îro dîsa erd bihêje Tirkiye amade ye?
*Sala 2010ê li parlamentoyê komeka lêkolînê hatibû amadekirin. Komê lêkolabû ka çi metirsî li pêşiya Tirkiyeyê hene. Di rapora parlamentoyê de hatibû eşkerekirin ku (bi jimarên nefermî) 50 hezar kes di erdhêjê de mirine.
*Li gor rapora Odeya Endazyarên Avahîsazîyê li Tirkiyeyê nêzîkî 10 milyon avahîyên qaçav û bêdestûr hene.
*Gelek avahî bêyî alîkarîya endazyaran hatine avakirin.
Li gor raporê Efûya Îmarê avahîyên neewle diparêze û nahêle bêne xerakirin. Hikûmetê ji bilî guhertina avahiyan ti polîtîkayên berçav ji bo erdhêjê nîne.
(HA/MB)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
