Fotograf: MA
Di mehên Gulan û Hezîranê de gundî bi çiyayên bilind ve hildikişin û diçin rêvasan kom dikin. Rêvaz fêkiyek e ku hin kes wê weke "Mûza Kurdan" binav dikin. Hinek jî dibêjin "Kiviya Kurdan." Tehma wê miz e û li çiyayên bilind ên bilindahiya wan ji hezar metroyê destpê dikin heta 4 hezar metroyî diçin, şîn dibin.
Yakûp Yamanê 25 salî û Îlyas Paksoyê 26 salî ji navçeya Qileban a Şirnexê ne. Yaman û Paksoy ji bo komkirina rêvazan, derketine serê girê Kêla Horê.
Herdu ciwan dixwazin xwe bigihînin serê girî û li wir rêvazên nû derketine kom bikin. Yakûp Yaman dibêje, dema derkeçina rêvazan tê, ew her sal bi kêf bi çiyayan ve hildikişin û tevî hemî zor û zehmetiyan ew rêvazan kom dikin.
Li gorî gotina Yamanî di vê demê de gelek kes ji bo heman tiştî derdikevin çiyayan û rêvazan ji xwe re kom dikin. Li derûdorê hin kes ne tenê ji bo xwarina xwe rêvazan kom dikin. Her weha debara xwe jî pê dikin. Lê îsal bihayê rêvasan jî giran e. Kîloya rêvazan li bazaran bi 25 lîreyê tirkan tê firotin.
Îlyas Paksoy jî diyar kir ku ew piştî nêzî du saetan bi çiyayan ve hildikişin, digihin cihên ku rêvaz lê şîn dibin. Paksoyî got ku hem dîmenên xwezayê hem jî tama rêvazê hemî westandina wan bi wan dide ji bîr kirin.
Li gorî baweriyê, rêvaz, hin nexweşiyan jî baş dike û di nava gel de ji ber wê cihekî wê yê taybet heye. (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya