Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) bi ser mala serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) de girtiye û lêgerîn pêkanîne. Havîngeha Mar-A-Lago ya Trump li Florîdayê bûye. FBIyê aşkere kiriye ku wan kaseyekî li malê bûye vekirine.
Trump lêgerîna ji aliyê FBIyê ve piştrast kiriye û bi vî rengî bertek nîşan daye “Mala min a bedew a li Palm Beach, Florida, Mar-A-Lago, niha ji aliyê komek mezin a ajanên FBI ve hatiye dagirkirin û dorpêç kirin. Pêştir tiştekî wiha nehatiye serê serokekî Amerîkayê.”
CNN ragihandiye ku Trump di dema serdegirtina FBI de li Trump Tower a New Yorkê bûye.
Trump îddia kiriye ku ajanên FBI li mala wî kasayek şikandine û wiha berdewam kiriye “Ev serdegirtina neragihandî li ser mala min piştî kar û hevkariya bi dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê re ne pêwîst û ne guncaw e.”
Associated Press, li ser zarê kesên ku di derbarê mijarê de haydar in, diyar kiriye ku lêpirsîna FBI bi vekolînekê ve girêdayî ye ka gelo Trump di dema wezîfeya xwe ya li Qesra Spî de tomarên nepenî ji mala xwe ya Floridayê derxistine an na.
Hatiye ragihandin ku Wezareta Dadê ya Amerîkayê li ser hebûna tomarên nepenî yên ku di 15 qutî belgeyên ku ji aliyê Rêvebiriya Arşîv û Tomarên Neteweyî ve di destpêka vê salê de ji Mar-A-Lagoyê hatine derxistin lêkolîn dike.(SD/AY)