Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku rêxistina çekdar a bi navê FARC(Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê) bi dewletê re 52 salan şer kirî peymana aştiyê îmze kir, ji bo avakirina partiyeka sîyasî FARCê kongreyek pêk anî.
Civîna ji bo kongreyê li paytexta Kolombiyayê, Bogotayê hat kirin. 200 endamên FARCê beşdarî civînê bûn.
Kongre dê heta 1ê Îlonê dom bike. Endamên pilebilind ên FARCê, nûnerên hikûmeta Kolombiyayê û senatorên senatoya wî welatî li kongreyê hazir bûne.
Tîmoşenko: Em ê FARCê bikin rêxistineka sîyasî
Rêberê FARCê yê ku bi navê “Tîmoşenko” tê naskirin, Rodrigo Londoñoyî got:
“Em ê bi vê kongreyê FARCê bikin rêxistineka sîyasî.”
Li gor nûçeya AFPyê hin ji beşdarên kongreyê dixwazin gotina “şoreşger” di navê rêxistina wan de hebe, hin endam jî dîyar dikin ji bo destpêkeka nû divê ew wî navî rake.
Li Kolombiyayê di sala 2018ê de hilbijartinên giştî dê bêne kirin û FARC dê ji bo wê hilbijartinê jî berbijarên xwe eşkere bike. (EA/MB)
*Me ji bo nivîsîna vê nûçeyê agahiyên di AA, AFP, BBC, BBC Türkçe û Reutersê de bikar înan.