Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hat aşkerekirin ku Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) çekên dawî yên di destên xwe de jî radest kirine.
Di 27ê Hezîrana 2017yê de çekên dawî yên di destên FARCê de li herêma Fonseca ya li ser sînorê Venezûelayê, di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî (NY) de hatibûn radestkirin ku ev herêm yek ji wan herêmên di bin kontrola FARCê de ye.
Hikûmeta Kolombiyayê bi awayekî fermî aşkere kir ku FARCê duh çekên dawî jî radest kirine. Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manûel Santosî got, “Bi vê radestkirina çekên dawî re hevrikî bi rastî jî bidawî bû, ji bo gelê me demeke nû destpê dike.”
Yek ji şertên peymana aştiyê bû
Peymana aştiyê di navbera Hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de, di 2yê Cotmehê de hatibû îmzekirin. Lê di giştpirsiyê de sedî 50,24 dengên “NA” derketibû û peyman nehatibû qebûlkirin. Di peymanê de hin guhertin hatibûn çêkirin û di 24ê Çiriya Paşiyê de cara duyem hatibû îmzekirin. Biryar hatibû girtin ku peymanê pêşkêşî dengdayina Kongreyê bikin.
Di peymanê de hatibû diyarkirin ku divê FARC hemû çekên xwe radestî Neteweyên Yekgirtî (NY) bike.
Li gorî nûçeya ku di New York Timesê de hatiye belavkirin, nûnerên NYyê destnîşan kiribûn ku, çekên dawiyê yên ji bo ewlekariyê di kampan de hatibûn hiştin jî, di 1ê Tebaxê de hatine radestkirin. Di daxuyaniya NYyê re hatibû gotin ku bêçekirin pêk hatiye.
Ji çekan wê bîrdariya aştiyê çêbikin
NYyê diyar kir ku ni nava salekê de 17 konteyner çek hatine radestkirin. Hejmara çekên ku hatine rasedkririn 8 hezar û 112, ya cebilxaneyan jî yek milyon û 300 hezar e. Ji van çekan wê 3 bîrdariyên aştiyê bên çêkirin.
Di vê demê de pêvajoya entegrasyona bi civakê re ya li derdora 7 hezar milîtanan jî berdewam dike.
Iván Márquezî yek ji serokên FARCê aşkere kir ku yek ji gavên wan ên nû avakirina partiyeke siyasî ye.
Nûçe ji hêla Bengî Guvenê ve hatiye amadekirin
Çavkanî: aljazeera.com, nytimes.com, bbc.com,