Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mûzakerekerê Hikumeta Kolombîayê Humberto de la Calle û mûzakerekerê FARCê(Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombîyayê) Ivan Marquezî da zanîn ku ‘’Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê didin zanîn ku wan bi temamî li hev kirine.’’
Ji 50 salan zêde ye ku herdu aliyan şer dikir, hevpeymaniya şer xelas kirî li Hawanayê hat îmzekirin.
Li gor hevpeymaniyê FARC dê dest ji berxwedana çekdarî berde û dest bi pêvajoyeka sîyasî bike.
Hikûmet: Şer sekinî
De la Calleyî gotiye: ‘’ Şer xelas û pêvajoyeka nû dest pê kir. Ev hevpeyman dê ji bo zêdetir kes û aliyan be.’’
FARC: Kolombiya bi ser ket, mirin bi bin ket
Rodrigo Grandayî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye ku: ‘’Bi mûzakereyan em gihan hevpeymaniyekê, biserkeftî û bibinketîyên pêvajoyê nînin. Kolombiya bi ser keft, mirin bi bin ket.’’
Di Hezîranê de biryara agirbestê hatibû dayin
Hikûmeta Kolombiyayê, di rojên paşiyê yên Hezîranê de dabû zanîn ku wan bi FARCê re biryara agirbestê daye û hevpeyman jî dê di demekê nêzîk de bê îmzekirin.
Dengdana giştî
Serokê Dewleta Kolombiyayê, Juan Manuel Santosî da zanîn ku di 2yê Çiriya Pêşiyê de gelê Kolombiyayê dê ji bo dengdana li ser hevpeymanê biçin referandûmê. (HK/MB)