Serokê berê yê Hêzên Çekdarên Kolombiyayê yên Şoreşger (FARC) Rodrigo Londono ku piştî FARCê çek danî, niha jî Serokê Giştî yê partiya siyasî ya nû Hêza Şoreşger a Alternatîf a Civakê (FARC) ye, der heqê pêvajoya aştiyê ku piştî hin serkirdeyên berê yên rêxistinê rahêştin çekê, zirar gihîştê da wiha got, "Ev yek rastiyek e ku mensûbên FARCê yên ku çek danîne tên kuştin. Min gelek caran got, ligel ku ew me dikujin lê em dîsa jî ji rêya aştiyê venagerin."
Serokê Giştî yê FARCê Londono li navenda giştî ya partiya xwe der heqê biryara rahêştina çekan da, ku Ivan Marquez ku di peymana aştiyê ya FARC û hikûmeta Kolombiyayê da sermizakerevanê rêxistinê bû, ligel hin serkirdeyên berê yên FARCê wergirt, bersiv da pirsên peyamnêrê AAyê.
Londono der heqê bandora biryara rahêştina çekan a li ser peymana aştiyê da wiha got, "Heger li ser vê mijarê rûpeleke paqij were vekirin, dê baş bibe. Komek xeyalperest in, modeya wan derbas bûye û ji bo ku xeletiyên xwe veşêrin, danezan weşandin. Encama ku ez jê derdixim ev e. Ne projeyeke van heye ne jî bandoreke wan li ser karê ku em dikin heye. Wekî zêdetirî ji sedî 95an ên ku peymana aştiyê îmze kirin, me ragihand ku em ê li ser sozê ku me daye partiya FARCê, Kolombiyayê û dinyayê bisekinin."
"Ew yek rewa nîne ku mirov dîsa rahêje çekan"
Londono ji bo pirsa, "Gelo yên ku rahêştin çekê, dê bibin sedemê xetereyeke mezin an na?" wiha axivî, "Ez piraniya wan kesên ku biryara rahêştina çekan dan, nas dikim. Ez bi wan ra mam, ez tevî ketim pevçûnan. Ez bi rastî jî ji ber vê biryarê li ber xwe ketim. Ji ber ku rola Marquez û Jesus Santrich a di hevdîtinên aştiyê yên li Havanayê da pir zêde bû. Lêbelê bi vê biryarê va zirar dan encamên evqas hewildanan ku mirov ji ber vê yekê li ber xwe dikeve."
Londono bi tundî dijî biryara rahêştina çekan derket û wiha got, "Ne bi tenê FARC, herwiha hemû partiyên siyasî yên li Kolombiyayê, hikûmet û civaka navneteweyî, biryara rahêştina çekan a Marquez red kirin û destnîşan kirin ku ev biryar bi tu awayî ne rewa ye."
Londono der heqê kuştina mensûbên berê yên FARCê ku piştî peymanê hatin kuştin da jî wiha got, "Ev yek rastiyek e ku mensûbên FARCê yên ku çek danîne tên kuştin. Min gelek carî got, ligel ku ew me dikujin lê em dîsa jî ji rêya aştiyê venagerin."
Dibe ku navê partiya FARCê biguhere
Londono diyar kir, bi biryara rahêştina çekan a hin serkirdeyên berê va dibe ku di nava partiyê da kongreyek were lidarxistin û navê FARCê were guhertin. Londono bal kişand ku wî jixwe berê jî ev yek pêşniyaz kiribû.
Li Kolombiyayê rêxistina ku piştî nîvqirnî çek danî, ji bo ku navê kurt ê FARCê biemilîne, navê "Fuerza Alternativa Revolucionaria del Comun" ku tê wateya Hêza Şoreşger a Alternatîf a Civakê li partiya nû ya siyasî kiribû.
Ivan Marquez ku di peymana aştiyê ya FARC û hikûmeta Kolombiyayê da sermizakerevanê rêxistinê bû, ligel Jesus Santrich ku ji bo rêxistinê kesekî sembol e, 29ê tebaxê ligel qederek milîtanên berê yên FARCê danezanek xwendibû û ragihandibû ku wan jinûva biryara rahêştina çekan da.
(MB)
*Çavkanî: Buenos Aires, Muhammed Emin Canik, Daniel Salgar Antolinez / AA