Fotograf: Press TV
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Facebookê Kanala Press TVyê ku kanala dewletê yê û bi îngilîzî û fransî weşanê dike, bi weke mayînde girtiye.
Press TVyê aşkere kiriye ku Facebookê bi çi awayî ew şîyar nekirine, li gorî Kanalê ev pêngava Facebookê êrişe li dijî azadiya derbirînê û tê wateya sansurê.
Di Facebookê de 4 mîlyon şopînerên kanalê hene.
Facebookê di meha Kanûna Paşiyê de malpera Press TVyê bêyî ku şiyar bike ango daxuyanî bide “sedemên ewlekariyê” weke hincet nîşan dabû û girtibû. Her çiqas Facebook vê biryarê weke ya “dawîn” bi nav bike jî, çend saet piştî îtiraza Press TVyê Facebookê paş ve gav avêtibû.
Hesabê Gmail, Twîtter û YouTubeyê yê Press TVyê berê jî gelek caran hatibû girtin. Qedexeya dawî di Îlona 2020an de pêk hatibû û hesabên medya civakî yê kanalê heta niha girtîne.
(HA/AY)