Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Perwerdehiyê ya Netewî(MEB) mijarên ku xwendekar di ezmûnên rûbirû yên lîseyan de berpirsin aşkere kiriye.
Li gorî nivîsa ji bajaran re hatiye şandin ku îmzeya Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdehiya Netewî li bine, yekem ezmûnên qonaxa duyem a sala akademika 2020-2021ê wê di 3ê Gulanê pê ve destpêbike.
Di ezmûnan de xwendekar ji mijarên di navbera 1ê Çiriya Paşiyê 2020an û 26ê Adara 2021an de hatine xwendin, berpirsiyar e.
Di polên 12em de perwerdeya rûbirû wê bidome.
(RT/AY)