Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî, derbarê ezmûnên rû bi rû de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyani daye û aşkere kiriye ku wê qarneyên notan ji bo xwendekaran neye belavkirin.
Wezîr Selçûk di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kirî de gotiye, “Li ser tewsiya Lijneya Zanistê û di çarçoveya nirxandinên Wezareta Tenduristiyê de me mijara ezmûnên rû bi rû ji nû ve dane berxwe. Li gorî biryara ku me girtiye, notên Qarneyê yên xwendekarên dibistana seretayî û navîn li gorî tevlîbûna wan a dersan wê were diyarkirin. Herweha notên qonaxa yekem yên xwendekarên amadehiyê jî wê li gorî ezmûnên rû bi rû yên ku em di qonaxa duyem de dikin, were diyarkirin.
Notên qonaxa yekem yên xwendekarên amadehiyê wê li gorî ezmûnên rû bi rû yên ku di qonaxa duyem de tê kirin, were diyarkirin. Li gorî daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê wê dîrokekî nû bê dîyar kirin.(RT/AY)