Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Berbijarê serokkomariya Tirkiyeyê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattin Demirtaşî diyar kiriye ku ew delîlên ew pê hatiye girtin nînin.
Payama Demirtaşî li ser hesabê wî yê Twitterê hatiye belavkirin. Parêzerên Demitaşî di 15ê Gulanê de serî li Dadgeha Cezayên Giran a 19. daye û wan xwestine Demirtaş bê tehlîyekirin. Demirtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 206ê ve di Girtîgeha Edirneyê de ye. Parêzeran diyar kiriye ev yek ji bo “mafê hilbijartina azadane” binpê dike.
Bixwîne - Hilbijartina Pêşwext - 2018
Demirtaşî di peyamên xwe de diyar kiriye ku ew bi delîlên ji-ber-xwe-çêkirî hatiye girtin. “Dozgerên bi doza FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethillahgir) hatîn girtin ew delîl çêkirine. Niho her kes xwe nebihîstî, nezanî û nedîtî dike.”
Ji bo dadkirina Demirtaşî 96 caran fezleke hatine amadekirin. 31 fezleke hatine bihevvedan û parêzbendiya Demirtaşî hatiye betalkirin. Demirtaş bi 17 sûcan tê dadkirin. Ew bi îfadeya şahidekê/a nehênî ya/yê bi navê MERCEK hatiye girtin lê dozgerîyan diyar kiriye ku îfadeya şahidê/î peyda nabe.
(AS/MB)