Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
“Ez 29 salî me. Qasê temenê emrê xwe ameliyat bûm. Hêviya me ji dewletê ew e ku eger di qetlîmakirinê de cih negirtibe, bila biryara veşartinê ji ser dosyayê rabike û her tiştî derxîne holê. Ji bo baweriya me ji edaletê re hebe, divê ev yek pêk were.”
Çagla Sevena ku di Qetlîama Pirsûsê de birîndar bûbû, di civîna çapemeniyê ya ji bo roja 500. a Qetlîame Pirsûsê de wiha axivî.
Malbatên Pirsûsê, Koma Birîndar û Şahidên Qetlîama Pirsûsê û Platforama Edaleta ji bo Qetlîama Pirsûsê ji bo roja 500. a Qetlîame Pirsûsê duh li Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê de civîna çapemeniyê lidar xistin.
Piştî civînê me bi Çagla Seven re li ser pêvajoya dermankirina wê û yên hatine serê wê de axivîn.
“Ji bo em baweriya me bi edaletê hebe..”
Çagla Seven di axavtina xwe ya di civînê de wiha got:
“Ez 29 salî me. Qasê temenê emrê xwe ameliyat bûm. Ez nikarim bînim ziman ku 500 roj ji bo kesên ku heskiriyên wan mirine re çawa derbas bûye.
“Ew kesên ku li vê welatê van xeman bi me dane kişandin, derbarê dozê de biryara veşartinê dane û ligel vê jî ji me re dibêjin ku em baweriya xwe bi edlaeta wan bînin û bi vî awayî me careke din birîndar dikin.
“Qetlîama Pirsûsê bûye dojeheke mezin. Piştî Qetlîama Pirsûsê ji ber ku aliyên muxalifên civakê ligel birîndarên qetlîamê neman, me dît ku qetlîamên din jî hati kirin. Em birîndarên nava cihan de ne û vê dojehê bi me dane temaşekirin.
“Hêviya me ji dewletê ew e ku eger di qetlîmakirinê de cih negirtibe, bila biryara veşartinê ji ser dosyayê rabike û her tiştî derxîne holê. Ji bo baweriya me ji edaletê re hebe, divê ev yek pêk were.”
Pêvajoya dermankirinê
Piştî civîna çapemeniyê Seven ji kesên kuli wir re dibeje ew ewil bi 2 kopalan, paşê bi kopalek û di vê dawî de jî êdî bê kopal dikarim rabim ser piyên xwe.
Sevenê got ku SGKê mesrefên hemû ameliyetan dane lê mesrefê pêdiviyên ku ji derve hatiye sitandin malabata wê daye û diyar kir ku ji bilîvan j gelek mesrefên dib jî çêbûye.
Sevenê derbarê kar û perwerdehiya xwe de wiha got:
“Ez li Zanîngeha Marmarayê di beşa Pedîatriyê de dixebitîm. Ji ber ku ez zef li ser piyan nikarim bisekinim, hêjî nobetan nagirim. Ez hê jî nikarim bixebitim û perwedehiya xwe bidomînim. Ji xeynî vê bandoreke derûnî li ser min û yên derdorê min re çêbûye.
“Bila roj ji nû ve hil were”
Sevenê bibîr xist ku kampanyaya ji bo dermankirina Guneş Erzurumluogluya li Pirsûsê birîndar bûbû tê astengkirin.
Guneş Erzurumluogluya di qetlîamê de birîndar bûbû felc bûye û %98ê laşê wê şil bûye. Erzurumluoglu dibeje derfetên dermankirinê li Tirkiyeyê gelek kêm e û dixwaze li Swiss Baselê were dermankirin.
Serdozgeriya Kocaeliyê ji ber kampanyaya ku hevalên wê dane destpêkirin, hezar û 103 tl ceza daye. Niha li ser palpera navneteweyî www.generosity. com ya piştgirî û alîkariyê kampanayaya “Destê xwe bide hêviyê, bila roj ji nû ve hil were” dane despêkirin.
Sevenê dibeje ku ji xeynî dermankirina li Baselê ti hêvî nîn e.
“Dixwazin wê hêviya wê jî tine bikin. Di televîzyona dewletê de bes yek beşeke dîziya Diriliş Ertugrulê 1.1 milyon TL tê xwerckirin. Ev pere ji bo Guneşê bes e zêde ye jî. Lêbelê vê yekê ji re zef dibînin.
“Hewl didin ku me terorîze bikin. Bi vî awayî dixwazin hevgiriya me ya bi civakê re tine bikin.”
(BK/YO)