Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
21 sal ewil iro li navçeya Çelê ya Colemêrgê her du birayên bi navên Eyup û Mahir Karabey piştî binçavkirinê bi îşkenceyê hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên Navenda Hafizeya Heqîqet û Edaletê di 26ê Kanûna 1995an li navçeya Çelê ya Colemêrgê Eyup û Mahir Karabey ligel hevalên xwe yên Arafat Tek û Mehmet Ertunç ve dema ji qehwê derdikevin ku biçin malên xwe, berê wan bi wesayîteke spî (toros-21 pilaqe) ve tê birîn.
Ji wesayîtê 4 kesên bi kincên sivîl (li gorî agahiyên Yakay-Derê 2 kes bûne) peya dibin û xwe weke polîs didin naskirin. Piştî kontrola nasnameyan her du birayan (Eyup û Mahir Karabey) bi darê zorê siyarê wesayîtê dikin û dibin.
Arafat Tek û Mehmet Ertunç şahidê bûyerê ne.
Di heman şevê de Arafat Tek û Mehmet Ertunç jî, ji hêla Mudiriyeta Emniyeta Çelê ve tên binçavkirin û sibetirê wan serbest berdidin.
“Gotin yên wan bibin qereqolê û îfadeyên wan hilînin”
Li gorî agahiyên bavê wan Recep Karabey, Rêxistina Bexişîna Navneteweyî û Yakay-Derê bûyer wiha pêk hatiye:
Arafat Karabey û Mehmet Ertunç dibêjin ku ji wesayîtê 4 kes peya bûne û wan kesan gotine ku ji bo îfadeya Eyup û Mahir Karabey hilînin dê wan bibine qereqolê û paşê jî serbest berdin.
Bavê wan Recep Karabey dema dibihîze ku her du kûrên wî hatiye binçavkirin, bi lezgînî Fermandariya Leşkeran, Mudiriyeta Emniyetê, Serdozgeriyê û Qaymeqamtiyê da ku derbarê zarên xwe de agahî hilîne. Lêbelê ti saziyeke fermî jê re ti agahî nedaye û gotine ku kurên wî nehatine binçavkirin.
Her çiqas ku Recep Karabey 2 mehan li pey her du kurên xwe ket û ti cih nema êdî serî lêbide; dîsa jî ti agahî negihiştiye destê wî.
Di otopsiyê dexmên îşkencekirinê hatin tespîtkirin
Cenazeyên Eyup û Mahir Karabey di 26ê Sibata 1996an de li devera gundê Narliya Çelê ku kîlomêtroyek dûrî tabûra leşkeriyê ye, hatin dîtin.
Di otopsiyê de hat taspîrkirin ku gelek qetê pînê xistine devên wan, dest û milên wan hatine şikandin, zendên wan hatine jêkirin û bi têlê hatine xeniqandin.
Li gorî agahiyên Yakay-Derê malbata Karabey gotiye ku “kurê wan Mahir Karabey, beriya wê demê de tevli PKKê bûye û pişrte li wir nemaye û ziviriye û teslîm bûye. Kê wan bi Qanûna Poşmanbûnê ve tê binçavkirin û demeke şûnde jî serbest tê berdan.”
Her wiha malbatê gotiye ku kurê wan Eyup Karabey jî gelek caran hatiye binçavkirin, rastî îşkencekirinê hatiye. Ji ber vê Eyup Karabey jî derbasî bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistanê dibe û piştî 4 sal li wir dimîne careke din dizivire Çelê cem malbata xwe. 8-9 meh ji ser derbas dibe û ev bûyer pêk tê.
Navenda Hafizeya Heqîqet û Edaletê berpirsên polîtîk û rayedarên dewletê yên wê demê jî destnîşan kir:
Serokomar Suleyman Demirel, Serokwezîr Tansu Çiller, Wezîrê Karên Hundir Teoman Unusan, Wezîrê Dadê Firuz Çilingioglu, Sererkan Ismail Hakki Karadayi, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Teoman Koman, Mudirê Giştî yê Emniyetê A. Cemil Serhadli û Musteşarê MITê Sonmez Koksal.
(AS/YO)