Stranbêja kurd Eyşe Şan beriya niha bi 22 salan çûye ber dilovaniya xwe.
Eyşe Şan dirokeke bi êş û azaran hatiye nivîsandin û hawara êş û azarên jina kurd e. Serhildaneke li dijî zordariya mêr e û berxwedêreke li diji asimilasyona reş li berxwe daye. Eyşe Şan barhilgir û kedkara wêjeya serzarî ya kurda ne.
Eyşe Şanê ji zarokatiya xwe ve dest bi guhdarkirina dengbêjan kiriye. Ji ber ku bavê wê jî dengbêj bû ye, di mala wan de her dem dengê dengbêjan den vedida ye. Li mala wan dengbêjên dengxweş dihatin ba hev, kilam û stran gotine. Dayika Eyşe Şanê, Heciye Xanimê jî carinan lorîk ji wê re stra ye. Eyşe Şan di axavtineke xwe de dibêje, “…erê ez her tim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbekirê hebûya û ji me re qala wan şevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir.”
Eyşe Şan di Çiriya Paşiyê ya sala 1938an de li Amedê ji dayîk bûye. Di nav kurdan de bi navên wekî Eyşana Kurd, Eyşa Şan, Ayşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî û Ayşa Şan hatiye nasîn. Bavê Eyşe Şanê dengbêjeke navdar bûye û jê re dengbêj Osman digotin.
Malbata Eyşe Şanê nedixwestin Eyşe Şan bibe stranbêj
Malbata Eyşe Şanê li dijî stranbêjiya wê bûne û gotine, nabe jin stranbêj bin. Ev guneheke mezine ji bo jinan.
Eyşe Şan di temenê 20 salî de li ser daxwaza bavê wê bi ciwanekî bi nave Şevket Tûran re hatiye zewicandin. Lê Eyşe Şanê û hevjînê xwe li hev nekirine. Eyşe Şanê keçika xwe ya 3 mehî û hemû kes û karên xwe di cîh de hêştiye û çûye bajarê Dîlokê.
Destpêka jiyaneke bi êş û azar
Bajarê Dîlokê dibe destpêka zehmetî, êş û azarên Eyşe Şanê. Eyşe Şan li vî bajarî debara xwe bi dirûtin û pînekirina cil û bergên qetiyayê kiriye. Pişt re Eyşe Şanê 2 salan li radyoya bajarê Dîlokê bi zimanê tirkî stran gotine. Lê ji ber ku di dilê Eyşana Elî de evîna strana kurdî hebûye, wê ji karê di radyoya Dîlokê derxistine.
Paşê, Eyşana Kurd diçe Stenbolê û ji bo cara yekê bi zimanê kurdî û tirkî stranên xwe tomar dike. Eyşe Şan li vir gelek feqîrî û hêjariyê dikşîne ji ber ku ew tenêye û şîrketên mûzîkê jî bê edaletiyê li wê dikin. Eyşe Şan li Stenbolê bi cih dibe û careke din di zewice û 3 zarok jê re çê dibin. Li piştî demekê, ji ber ku stranên kurdî dibêje û wê demê gotina stranên kurdî qedexe bûye, hin astengî li pêşiya wê derdikevin. Eyşana Kurdî neçar dimîne û di sala 1979an de berê xwe dide Bexdaya Iraqê.
Eyşe Şanê li Bexdayê bi alîkariya çend hevalên xwe, bi navê Eyşana Elî, di Radyoya Dengê Baxdayê de dest bi gotina stranên kurdî dike. Eyşe Şana Kurdî di 18 Kanûna Peşiyê ya 1996an de di encama nexweşiya giran a kanserê dimire.
Li gorî zanyariyan, hejmareke gelekî kêm kes beşdarî cenazeyê wê dibin. Di wesiyeta xwe de gotiye ku, “Min li Amedê binax bikin”. Lê ev daxwaza wê pêk nayê.
Hinek ji stranên Eyşana Kurdî yên bi nav û deng ev in : Lê lê bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qurban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal, Lê lê dînê, Xivşê, Kirasê te meles e, Yar Meyro, Derdê hewiyê, Hepsîyo, Min tu dîbû, Memê Alan, Nazliyê û Wey Saliho Kurmam. (AY/FD)