Eylûl Nazlier ji Lîceya Amedê ye û 19 salî ye. Di 10 saliya xwe de li Konservatuara Aram Tîgranê dest bi mûzîkê dike. Piştî ku kayum avêtin ser şaredariya bajarê mezin a Amedê êdî gelek mûzîkjenên li vê akademiyê di bin sîwana MA Mûzîkê de hatin hel hevdû û ji wê demê ve jî perwerdeya mûzîkê ya van şagirtan li MA Mûzîkê didome.
Ji Orkestraya Zarokan heta Konserên Amîdayê
Eylûlê di 13-14 saliya xwe de dikeve nav Orkestraya Zarokan a li Ma Mûzîkê û cara ewil li wir stranbêjiyê dike. Ji bo wan rojan jî wiha dibêje: “Kelecaniyeke pir mezin bi min re hebû. Heta wê kêliyê jî her çiqas ku hem li Aram Tîgranê hem jî li MA’yê min perwerdeya muzîkê bidîta jî, demek şûn de ez derketim ser dike û vê yekê rê li kelecanê vedikir. Ji bo min Orkestraya Zarokan êdî destpêkek bû. Piştî wê bi Konserên Amîdayê min bi strana bi navê ‘Şarik Apo’ a dimilkî di orkestraya ku mamostayên me jî di nav de, cih girt. Jixwe piştî vê berhema dimilkî êdî min biryar da ku li ser stranên dimilkî xwe pêş bixim.”
‘Di objektîfa min de mûzîk, ziman û çand heye’
Îro zimanê kurdî li ber devê kêra bişaftinê ye û hem zaravayê kurmancî hem jî yê dimilkî zaravayên ku herî zêde vê xetereyê dixwe de dihewînin. Eylûlê jî diyar dike ku li hemberî vê bişaftina xopan bi nivîsîna gotinên stranên dimilkî û bi strandinê dê mûzîkjeniyê bike û di vê mijarê wiha dibêje: “Jixwe rastiya dimilkî ji ya kurmancî jî xerabtir e. Heta dema ku min biryar da ku bi zimanê xwe bistirêm û gotinên stranan binivîsim, ji gelek aliyan ve nêzîkatî û gotinên wek ‘tu kes zêde bi dimilkî nizane’ derketin pêşiya min. Ez hinekî ditirsiyam jî lê her ku min di zimanê xwe de israr kir min dît ku çi dibe bila bibe ger mirov bi zimanê xwe hunera xwe bike, wê encex bi wî awayî ziman ji bişaftinê xelas bibe. Yanî îro hindik be jî rewşa kurmancî li gor ya dimilkî baştir e, ligel vê yekê jî kurmancî di xetereyekê de be dimilkî deh xetere zêdetir li pêşiyê ye. Êdî em wek kesên li ser dikê li hember civakê em mecbûr in ku xwedî li zimanê xwe derkevin û jixwe dûr nekevin. Ez di jiyana xwe de jî ziman, mûzîk, çandê têxim objektîfa xwe û bi wî awayî hewld didim tiştekî bikim.”
‘Hem di nav pergalê de hem jî di nav kurdan de dimilkî pir nayên dîtin’
Eylûl di berdewam axaftina xwe diyar dike ku mirov çiqas nexwaze jî zahmetiyên li pêşiya hunera bi zimanê dimilkî zêdetire û wiha didomîne: “Ya rastî gelek zahmetiyên stranîna bi dimilkî jî heye. Mesele dema ji bo konserekê em bi koma xwe re tên gel hevdû bi gelemperî stran hemû kurmancî ne tenê yek-do heb tenê bi kirmanckî ne. Li bakûrê Kurdistanê gelek dimil hene gelo du heb stran tenê têrê dike? Bêguman ev jî têkoşînek e. Hem di nêzikatiya pergalê ya li ser ziman de zahmetiyên wê hene, hem jî di nav kurdan hin nêzikatiyên bi vî rengî derkevin. Yanî bi kurtasî em pir nayên dîtin. Bêguman ev tev jî ji bo min weke mijarên têkoşînê ne çiqas zehmetiyên wê hebin jî dê rojeke din di cihê 2 stranan de em bi nîvî nîvî bêjin.”
‘Bila jin di avakirina hunerê de jî bibin kirde’
Eylûl Nazlier li Ma Mûzîkê di 11 saliya xwe de pêşî bi amûrê santûrê destpê dike lê dawiya dawî berê xwe dide sêtêlê û bi sêtêlê re dibe yek û vê tiştê tîne ziman: “Di sêtêlê de hem dikarim li enstrûmanê bixim hem jî bistirim. Ya din jî sêtêl hinekî çanda dimilan jî sembolize dike. Ya rastî êdî divê jin tenê wek dengekî zîz neyên bikaranîn. Mesela mêrek stranekî çêdike û tê jinekê re dibêje wer tu jî di koroyê de cih bigre. Lê divê jinên hunermend vê yekê qebûl nekin bila di qada xwe ya hunerê de bibin ozne-kirde, bila li enstrûmanê bixe, bila şeftiya orkestrayê bike, bila herê stüdyoya xwe veke, stranên xwe binivîse û biafrîne. Ha di nav komekî ha jî bi tena serê xwe bila her tim gotinek û sekneke wê hebe.”
(WS/AY)