Êrîşên asmanî yên ku Tirkiyeyê li dijî Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê di 5ê Çiriya Pêşiyê de dabûn destpêkirin, duh (12ê Çiriya Pêşiyê) li gelek bajaran hatin protestokirin.
Li Rihayê 15 ciwanên ewropî yên xwestin beşdarî çalakiya protestoyî bibin, tevî 5 endam û rêvebirên Partiya Çepên Kesk hatin desteserkirin. Çalakvan bi sedema ku “li dijî yasaya hejmara 2911ê derketine” hatin desteserkirin.
Ciwan ji bo beşdarî Kongreya Partiya Çepên Kesk bibin hatine Tirkiyeyê. Kongreya Partiya Çepên Kesk wê roja 15ê Çiriya Pêşiyê li Enqereyê pêk bê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, 15 ewropiyên hatine desteserkirin, birine Navenda Dersînorkirinê.
Polîsan tundkarî li wan kiriye
Di dema çalakiyê de Ariel Castagnieri, Federico Pastoris, Francesca Fabozzi, Luigi Botta, Lucia Troiani, Caroline Förster, Marin Nathan Gutierrez, Friederike Gilhaus, Kim Aileen Utsch, Thao My Nguyen, Fridolin Wagner, Laura Schölzel, Sarah Marisa Baecker, Marvin Brinkmann û Taraneh Sanaei Parvar hatin desteserkirin.
Beriya ciwanan bibin Navenda Dersînorkirinê, birin Navenda Polîsan a Emîn Çavûşî ya li Halîliyeyê. Hate zanîn ku destên ciwanan ji paş ve hatin kelemçekirin û 3 saetan bi wî rengî di wesayita polîsan de ew hiştin.
Ciwanan di îfadeyên xwe de giliyên polîsan kirinkirin. Yek ji ciwanan Ariel Castagnieriyê îdia kir ku polîsên êrîşî wi kirin, gerdena wî ya zêr diziye.
Caroline Forsterê jî anî ziman ku polîsan amûra pîvana şekrî ya di destê wê de qetandiye û ew ji ber vê birîndar bûye. (TY/FD)