Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterên Parlementoya Ewropayhe (PE) îro (21ê Kanûna Paşiyê ya 2021an) derbarê rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ya hemû girtiyên siyasî de wê pêşniyaznameyekê nîqaş bike. Parlamenter wê deng bidin vê pêşniyaznameyê û çav lî rê ye ku bang li Tirkiyeyê bikin û bibêjin wan demildest azad bikin.
Beriya civîna Peyê Hevpeymana Serbest a Ewropayê ya Keskan ji Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek daye.
“Dawî li vê ecêbiya hiqûqê bînin”
Ska Keller, Seroka Hevpeymanê wiha gotiye:
“Cîhan Erdal çalakvanekî mafparêz ê aştîxwaz û akademîsyenek e. Cîhan dixwest Tirkiyeyê bike cihekî baştir lê ji ber tu tweetan 38 caran cezayê girankirî ji bo wî tê xwestin û îdianame jê re hatiye amadekirin. Vê rewşê eletewşî jî borandiye.
Em dixwazin demildest were azadkirin û bang dikin ku dawî li vê ecêbiya hiqûqê bînin.”
Sergey Lagodinsky, Serokê Delegasyona Tirkiyeyê, yê Parlamentoya Ewropayê jî wiha gotiye:
‘Divê rayedarên tirk dest pê bikin ku sozên xwe bicih bînin û li gorî standarên mafên mirovan ên navnetewî tevbigerin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî biryarên Dadgeah Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigerin û Demîrtaş û Kavalayî, bi heman awayî Cîhan Erdal jî di nav de hemû girtiyên siyasî serbest bikin.” (EMK/FD)
*Selay Dalakliyê (bianet) metna ji ingilîzî wergerandiye ji bo tirkiyê