Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
13 kesên wek Ahmet Şik, Nedîm Şener, Soner Yalçin , Yalçin Kûçûk û midûrê berê yê Emniyetê Hanefî Avci ji bo doza Oda Tvyê hatin dakirin.
Ahmet Şik bi “propagandakirina ji bo FETO û PKKyê tê dadkirin.
Nûr Sûrer- Lîstikvan: Em dibêjin divê pîşeyê rojnamegeriyê neyê dadkirin lê ev du sal in ku rojnamegerî tê dadkirin. Ya rastî ev şermezarî ye. Wezareta Karên Derve duhî bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku 150 rojnameger ne girtî ne. Ew dibêjin yên girtîn ne rojnameger in.
Ma çêdibe rojnamegerek bi terorê re têkildar be.
Erk Acarer – Rojnameger: Mixabin bextreşîyek e ku Ahmet bûye mexdûrê hemî dewran. Wateyeka vê yekê heye ew jî ew e ku Ahmet rojnamegeriyê dike. Ew gotinên xwe ji ti kesan navede.
Sezgîn Tanrikûlû – Cihgirê serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) : 6 sal in Doza Oda Tvyê didome. Ew kesên ev doz vekirîn niho di girtîgehan de ne. Lê kesekê di wê demê de bersûc bû û di girtîgehê de bû niho jî di girtîgehê de ye. Ya rastî ev yek rewşa medyayê ya niho nîşan dike.(DS/NV/MB)