Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Gelo divê ew kesên welatiyên Tirkiyeyê ne û dê li deveyî welatî dengê xwe bidin çi bikin.
Qeyda xwe kontrol bikin
Pêşiyê malpera YSKyê(Lijneya Bilind a Hilbijartinan) vekin. Li dûvelanka "Yurt Dışı Seçmen Sorgulama(Lêgerîna Hilbijêrên Li Derveyî Welatî)” bitikînin. Lê binêrin ka qeyda navê we heye an na.
Forma diyarkirina navnîşana xwe dagirin
Heke qeyda we li Tirkiyeyê nebe û cara pêşiyê hûn dengê xwe bidin divê hûn forma diyarkirina navnîşanê dagirin.
Formê bişînin nûneriya herî nêzîk
An formê dagirin û digel kopîyeka nasnameya xwe bidin nûneriya herî nêzîk, an jî hûn dikarin ji bo nûneriyeka li derveyî welatî ya nêzîkî we bişînin.
Qeyda hilbijêran dê heta 12ê Gulanê bê kirin
Divê qeyda hilbijêran heta 12ê Gulanê bê kirin, 22yê Gulanê lîsteya hilbijêran dê diyar bibe. Hûn dikarin dengê xwe li nûneriya we serî lê dayî an jî li deriyekê sînorî dengê xwe bidin. Ji bo ku hûn cihê dengdana xwe bibînin vê derê bitikînin.
Ji derveyê welatî dema dengdanê dê ji 7ê Hezîranê dest pê bike û heta 24ê Hezîranê dom bike.
Lîsteya dema dengdanê ya hemî welatan li vê derê ye.
(ÇT/MB)
Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin ji malpera YSKyê bi zimanê Tirkî bixwînin.