Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan M.A.A.yê ku Navenda Çand û Perwerdeyê û Weqfa Mûjdat Gezenî şewitandibû desteser kirinbû û serbet berdabû. Polîsan M.A.A. dîsa girt.
Dadgeha Anadolûyê ya 7. duhî biryara serbestberdana M.A.A.yî dabû. Dadgeha Anadolûyê ya 8. îro biryara girtina wî da.
Pêşiyê got "ez serxweş bûm" paşê got "min di emrê xwe de venexwariye"
M.A.A.yî li dagehê gotiye:
"armanca min ne zererdana hinekan bû an jî şewitandina navenda çandê bû. Min bi tenê beşeka li derveyê avahiyê şewitand. Min nekarî hestên xwe. Ez poşman im.
"Ji ber ku heqaret li neviya Abdûlhamîtî kiribû"
M.A.A. hewil dabû Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Mûjdat Gezenî bişewitîne, wî di îfadeya xwe ya ji bo polîsan de gotiye: “Ji ber ku heqaret li neviya Abdûlhamîtî kiribû wek bertekekê min we kir.”
Li gor nûçeya Tolgûn Atîllayî ya di Hurriyetê de, M.A.A.yî ji polîsan re gotiye ku Mûjdat Gezenî heqaret li neviya nifşê pêncê ya Abdûlhamîtî, Nilhan Osmanogluyê kiriye û hinga wî hewiil daye weqfê bişewitîne serxweş bûye.
Walî Şahîn: têkiliyên terorê pê ve nîne
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahînî eşkere kir ku ti têkiliyên şewitandina Navenda Çandê ya Mûjdat Gezenî bi rêxistinên terorî ve nîne.
Çi bûbû?
Avahiya Navenda Çanda Mujdat Gezen ku li Stenbol Kadikoyê ye şewat pêk hat.
Piştî ku welatiyên derdor agahî dan agirkujan, şewat hat vemirandin. Piştî vê yeke li hewşa avahiyê lêkolîn hat kirin û hin şûşe û lepik hatin dîtin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Mujdat Gezen derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku keseke agir berdaye avaghiyê:
“Di dîmenan de jî dixwiyê ku bi zanetî agir berdane avahiyê. Kesekî rûdirêj, deste wî de vîdonek benzin heye, tê kolanê û agir berdide avahiya navenda çandê. Xebatên polîsan didome. Hêviya me ew e ku demeke nêz de ew kes were girtin.”
Tê zanîn ku Navenda Çanda Mujdat Gezen hefteya borî di AKİT Tvyê de hedef hatibû nişandan.
Navenda Çandê ya Mûjdat Gezenî
Di sala 1991ê de li Kadikoyê hatiye avakirin. Dersên şano, axiftina xweş, nivîskarî, mûzîk û lîstikvaniyê li wê derê têne dayin.
Ji bo zarokên feqîr dersên mûzîkê têne dayin.
Bi piştgiriya wan kesên dildar navend karê xwe dimeşîne.(EKN/MB)