Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di vîdeoyela medyaya civakî de kesek bi gotinên ‘’heke tu alayê negirî tê lêdanê bixwî’’ hatibû tehdîtkirin û lêdan xwaribû. Di medyaya civakî de ew kes wek kesekê ji Fransayê hatibû nasîn lê ew Mustafa Turan Çalişkanê ji Yozgatê ye.
Mustafa Turan Çalişkan ji Dogu Eroglûyê nûçegihanê Rojnameya Bîrgûnê re axiviye.
Çalişkanî diyar kiriye ku bi tenê axiftineka wî bi wan kesan re çêbûye ku wî ji êrîşkaran pirsiye ka agirê wan heye da çixareya xwe pê bixe.
Di vîdeoyê de êrîşkaran ji wî re gotibûn ‘’tu alayê negirî tê lêdanê bixwî’’ ‘’heke em bidin te tu mecbûr î [alayê] bigirî’’ ‘’bêje ez ji Tirkiyeyê hez dikim’’ ‘’bêje ez Tirk im.’’
Li ser êrîşa di 31ê Tîrmehê de, Mustafa Turan Çalişkanî weha gotiye:
‘’Min agir xwest’’
‘’Li cihê derketina ji metroyê min ji hinek kesên di tirimbêlekê de agir xwest da cixareya xwe pê bixim.
‘’Dema min xwe nifs/nimz kir ku çixareya xwe pê bixim wan kulma pêşiyê li min da
‘’Ji ber ku ez ji ser hişê xwe çûme min nekarîye biaxivim. Ez ne fransî me ez ji Yozgatê me. Me li ser alayê neaxift û min lêdan xwar.’’ (EKN/MB)