Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Eşkere bû ku qeyûmê berê yê Mêrdînê bihayê 600 TLyan dîyarî dane. Walîyê Mêrdînê û qeyûmê berê yê şaredarîya heman bajarî Mustafa Yamanî eşkere kiriye ku wan hin dîyarîyên sembolîk daye heyetên digel rayedarên dewletê.
Yamanî îdia kiriye ku eşkerekirina van daneyan “ji bo astengkirina têkoşîna li dijî terorê tê kirin.” Herweha qeyûmê berê eşkere kiriye ku ew dîyarî ji bo rayedarn nehatiye dayin ji bo heyeta digel wan hatîn bi awayekê sembolîk ji bo nîşandana çanda bajarî hatiye dayin.
Hêjayê gotinê ye ku di lîsteya navên dîyarî jê re hatî standin de navê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrê karên navxweyî Suleyman Soyluyî hene.
Wezîfedarkirina qeyûman
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin.
(EKN/MB)