Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di doza kuştina Hrant Dink, Berpirsê Weşanê yê Rojnameya Agosê de dadgehkirin îro pêk hat. Di dosyayê de karmendên dewletê tên dadgehkirin.
Dadgehkirin li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê dewam kir ku danişîna 113an pêk hat.
Di destpêka danişînê de Hakan Bakircioglû, parêzerê malbata Dinkhi axivî.
Di danişîna beriya niha de Bakircioglûyî daxwaz kiribû ku dadgehkirin du meh û nivê den pêk were. Lê Akin Gurlek, Serokê Dadgehê ev daxwaz nepejirandibû û biryar dabû ku tenê du rojan navber were dayîn. Bakircioglûyî di parastina xwe de bi kurtasî behsa pêvajoya dozê kir ku çar sar in didome û gotiye ku di nava van şert û mercan de ne mimkun e we parastina xwe bike.
“Li endamên MITê guhdar nekirine”
Bakircioglûyî got ku wî di 15ê Îlonê de wî daxwaznameyek pêşkêşî dadgehê kiriye lê daxwazên wî nehatine qebûlkirin. Her weha diyar kir ku endamên Rêxistina Istixbarata Netewî (MIT) yên di 24ê Hezîrana 2004an de li Walîtiya Stenbolê bi Hrant Dînkî re hevdîtin kirine nehatine îfadedayînê û got, dadgehê biryara xwe ya ji bo guhdarkirina Ahmet Koksoy, Serokê Herêmê yê Stenbolê yê MITê paşê guherandiye.
Bersûcan xwe parastin
Piştî axaftina Bakircioglûyî heyeta dadgehê li Adem Sargol, Çawişê Pispor Abdûllah Dînç, parêzerê Mûstafa Kuçuk, Wezîfedarê Fermandariya Cendermeyan a Stenbolê guhdar kir ku her sê jî girtî ne.
Wê di navbera 22 û 24ê Kanûna Pêşiyê de bidome
Piştî ku Huseyîn Yilmaz, Volkan Şahîn û Atîlla Guçluoglûyî xweparast Akin Gurlek, Serokê heyeta dadgehê pirsî û got, ti bersûcên din hene ku xwe biparêzin an na. Ji ber ku ti kes nebû, Gurlekî biryara heyetê aşkere kir. Li gorî vê biryarê wê dadgehkirin 22-23 û 24ê Kanûna Pêşiyê dewam bike.
Di 22yê Kanûna Pêşiyê de wê Adnan Acar, Cevar Eser, Atîlla Guçluoglû, Metehan Kadîr Yildirim, Mûhammer Ay, Niyazî Malkoç, Rahmî Ozer û parêzerên wan, di 23yê Kanûna Pêşiyê de Resûl Kutukoglû, Tevfîk Canturk, Unsal Gurel, Ahmet Çetîner, Ahmet Farûk Aydogdû, Ahmet Ilhan Guler, Bîrol Ustaoglû û parêzerên wan, 24ê Kanûna Pêşiyê jî wê Engîn Dînç, Eyup Temel, Haci Umer Unalir, Hasan Dûrmûşoglû, Huseyîn Yilmaz, Mîkdat Ozbek, Mûrat Bayrak, Mûsa Yildirim û parêzerên wan parastinên xwe bikin. (HA/FD)