Koma ciwanên kurd ên li Stenbolê, Chalak Events dê 14ê Sibatê li Şevîn Kafeyê çalakiya “Sêva Mêxekrêj” pêk bîne. Çalakî dê di navbera siet 12:00 û 20:00ê de be.
Chalak Eventsê par jî di bin çavdêrîya hûnermendê naskirî Seywan Saedianî de di roja evîndaran de(14ê Sibatê) atolyeya “Sêvên Mêxrêj” pêk anîbû.
Sêva mêxekrêj ji bo du armancan hatiye bikaranîn:
"1) Dema ku yek evîndarê yekî/ê bibe û nikaribe vê bîne ziman sêvekê bi mêxekan (qerenfîlan) dixemilîne wekî nîşaneya evîna xwe ji hezkiriya/ê xwe re bi rê dike.
"2) Dema ku du kes an jî du evîndar ji hev dixeyidin yek ji wan ji bo aşitiyê sevekê bi mêxan dixemilîne û ji yê/a din re bi rê dike.
Chalak Eventsê çalakî bi van gotinan daye nasîn:
“14ê Sibatê li cihanê wekî “Valentine's Day" tê pîroz kirin. Em ê jî vê rojê wek Valantayna Kurdî bi atolyeya “Sêva Mêxekrêj” li Şevîn Teras Cafeyê li dar bixin. Di vê atolyeyê de çar hevalên me yên muzîkjen dê di navbera 16:00-20:00an de li amûrên xwe bidin û mûzikeke enstrûmentalî bo beşdaran bijenînin:
Dîlan, Kajîn, Sarah û Bêrîtan
“Dîlan Yeşîlyaprak dê li darbukayê, Kajîn Dara dê li sentûrê, Sarah E. Atkinson dê li çelloyê û Bêrîtan jî dê li flûtê bide...
“Sêv, mêxek (qerenfîl), zendik aîdî me ye, beşdarbûn aîdî te ye. Were û ji vê atolyê û kevneşopiye nemîne!
“Hemû tişt tê de heqê atolyê 20 TLye.
Sêva Mêxekrêj
Atolyeya sêva mêxekrêj ya Chalakê, 2018(Wêne: Murat Bayram)
“Sêva Mêxekrêj, sêveke xwaziye ye. Piştî ku bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne, bêhn û rahiya xwe distêre. Sêva mêxekrêj kevneşopiyeke kevn a Kurdan e. Hêmayeke evînî û aşitîperwer dihewîne.
“* Ev berhem ji aliyê Desteya Tûrîzm a Giştî ya Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê ve bi awayekî fermî wekî sembol û diyariya Kurdî hatiye destnîşankirin.
“* Seywan Saediyan 15 sal e li ser vê projeyê dixebite û linavçûnê rizgar kiriye û niha ji bo netewî û navnetewîbûna wê xebatên xwe didomîne.”
(MB)