Koma çalakiyan a ciwanên kurd ên li Stenbolê, Chalak Events dê di bin çavdêrîya hûnermendê naskirî Seywan Saedianî de di roja evîndaran de(14ê Sibatê) atolyeya “Sêvên Mêxrêj” pêk bîne.
Li gor çanda qedîm a kurdan evîndar ji bo evîndara/ê xwe qernefilan li sêvan diçînin û dididn hevdu. Heta sed salan ew sêv xera nabe, bêhna xweş dide û sembola evîna demdirêj e.
Chalakê danasîna bernameya xwe bi van gotinan kiriye:
“14ê Sibatê li cihanê wekî “Valentine's Day" tê pîroz kirin. Em ê jî vê rojê wek Valantayna Kurdî bi atolyeya “Sêva Mêxekrêj” li Salona Cezayirê li dar bixin. Serkarê atolyê wênesaz, peykervan, nivîskar Seywan Saediyan e. Sêv, mêxek (qerenfîl), zendik aîdî me ye, beşdarbûn aîdî te. Were û ji vê atolyê û kevneşopiye nemîne!
“Hemû tişt tê de heqê atolyê 20 TL.
“Sêva Mêxekrêj, sêveke xwaziye ye. Piştî ku bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne. Sêva mêxekrêj kevneşopiyeke kevn a Kurdan e. Hêmayeke evînî û aşitîperwer dihewîne. Sêva mêxekrêj ji bo du armancan hatiye bikaranîn:
“1) Dema ku yek evîndarê yekî/ê bibe û nikaribe vê bîne ziman sêvekê bi mêxekan (qerenfîlan) dixemilîne wekî nîşaneya evîna xwe ji hezkiriya/ê xwe re bi rê dike.
“2) Dema ku du kes an jî du evîndar ji hev dixeyidin yek ji wan ji bo aşitiyê sevekê bi mêxan dixemilîne û ji yê/a din re bi rê dike.”
Chalakê bi têbînîyekê diyar kir ku hûnermendê Saedian ji bo ev çanda kurdan neyê jibîrkirin 14 salan xebitiye.(MB)