Rojên Pirtûkên Kurdî ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Şêx Seîd a li navçeya Bajarê Nû a Amedê îro bi daxuyaniyekê hat dest pê kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, nivîskar, xwediyên weşanxaneyan di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
33 weşanxane, sazî û rêxistinên civaka sivîl ên li ser ziman xebatan dimeşînin beşdarî Rojên Pirtûkên Kurdî bûne. Her weha çalakiya Rojên Pirtûkên Kurdî di navbera 27ê Gulanê û 1ê Hezîranê de li Meydana Deriyê Çiyê ji bo pirtûkhezan vekirî ye.
Di çarçoveya Rojên Pirtûkan de ku 45 stend hatine vekirin, wê di nava 6 rojan de panel, hevpeyvîn û şevbuhêrkên helbestan bên lidarxistin ku wê nivîskar jî beşdar bibe.
“Daxwaza gelê kurd fermîbûna zimanê wî ye”
Di daxuyaniyê de ewilî Hevserokê YEWKURDê û xwediyê Weşanên Aramê Hakki Boltan axivî. Hakki Boltan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û spasiyên xwe pêşkeşî kesên ku ji bo kurdî xebat dikin kir. Hakki Boltan qala xebatên YEWKURDê kir û wiha got: “Xwedîderketina weşangeran xwedîderketina xwe bi xwe ye. Em çiqas li pirtûkên kurdî xwedî derkevin ewqas xwedî li hebûna xwe derdikevin. Daxwaza gelê kurd fermîbûna zimanê wî ye.
“Em ê zimanê xwe di her qadê de bidomînin”
Paşî Hevşaredar Dogan Hatun axivî û spasiya weşangerên Kurd kir ku yekîtî ava kirine û got: "Ez bawer dikim ku ev yekîtiya we ji bo yekîtiya gelê Kurd jî dê bibe dilopek av."
Hevşaredar Hatun got: "93 sal beriya îro Kovara Hawarê çirûskek pêxist û îro ew çirûsk li Meydana Şêx Seîd ronahiyê dide," û wiha berdewam kir: "Em ê zimanê xwe di her qadê de bidomînin, xwedî lê derkevin. Îro weşangerên ku yekîtiya xwe li Meydana Şêx Seîd ava kirine mil bi mil, ji bo zimanekî li benda gelê me ne."
"Ev Meydan dê bibe Meydana Kurdî"
Hevşaredar Hatun bang li gelê Amedê kir û got: "6 roj ev meydan meydana Kurdî ye. Bi hezaran pirtûkên Kurdî hatine nivîsandin, nivîskarên me li vir in. Werin nivîskarên me nas bikin, dîroka wan bibînin. Heta ku ev stand li vir in, werin bipirsin. Heke her weşangerek peyvekê fêrî we bike, hûn ê 35 peyvan fêr bibin. Eger her yek ji wan du peyvan fêrî we bike, hûn ê 70 peyvan fêr bibin û belkî hûn ê karibin rojane biaxivin. Ez bawer dikim ku mamosteyên me dê werin û her yek ji wan dê du peyvan fêrî kesên ku Kurdî nizanin bike. Her wiha di van 6 rojan de 20 panel jî hene, hûn dikarin guhdarî wan bikin. Meydan meydana Amedê ye, meydan meydana ziman e, em ê piştgirî bidin vê xebatê."
Îro di navbera saet 18.00-20.00’an de Rojên Pirtûkan bi panela Veysel Avcı û Nezir Ölcek li benda mazûvaniya bi hezaran kesî ne.
(ED/AY)