Fotograf: Ji hesabê medya civakî yê DKyê hatiye girtin
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatên Konferansa Demokrasiyê ya Mezin piştî gotara 25ê Kanûna Paşiyê ya bi navê "Konferansa Demokrasiyê" ya Riza Turmenî, dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destpê kiriye. Her weha konferansê îro destpê kiriye.
Konferans bi slogana “Edalet, Azadî, Nan” li Navenda Huner û Pêşandanê ya Kadîr Topbaş ku li Yenîkapiyê ye, pêk hatiye. 220 sazî û komeleyan di konferansê de cîh girtine. Axavtina destpêkê ya konferansê Riza Turmen kiriye.
Riza Tûrmen axavtina xwe bi yadkirina Denîz Poyraza ku di 17ê Hezîranê de di encama êrişa li dijî avahiya Îzmîrê ya HDPê de hatibû qetilkirin, destpêkiriye û gotiye “Ev konferans, konferansa Denîz Poyrazane.”
Turmenî weha gotiye, “Ji bo çi em îro li vir in, ji ber ku êm êdî nikarin bêdeng bimînin. Ji ber ku em êdî naxwazin ji zext û bêedaletiyê re serî bitewînin, li vir in. Ji ber ku em dibêjin ji bo vê em hene, em li vir in.”
“Armanca vê konferansê, ji aliyekê ve derbaskirina tarîtiyê û derxistina dengên nayin bihistîne. Di heman demê de, derbarê bernameya Tirkiyeya nû de jî, zanyariyan dide me. Em dikarin bêjin ku ev konferans ne ya dawiya, lê destpêkê ye. Em hedef dikin ku armanca siyasetê biguherînin. Têgihiştinek nû ya siyasete em dixwazin ava bikin. Em hemû bi hevre, ketin rê. Ev konferans, pêngava yekemîn a ketina rê ye. Rêya me hemûyan vekirî be. Em ê hemû bi hevre bi meşin.”
Lijneya Bangdêran
Li ser banga Ahmet Turk, Canan Arin, Celal Firat, Îhsan Elîaçik, Genco Erkal, Melda Onur, Murathan Mungan, Nejla Kurul, Ozturk Turkdogan, Riza Turmen, Şebnem Korur Fîncanci, Tarik Ziya Ekîncî û Zulfu Lîvanelî biryar hatiye dayîn ku konferans bê lidarxistin.
CHP û HDPê piştgirî dane konferansê
Partiya Gel a Komarî(CHP), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Kedê(EMEP), Partiya Çep a Kesk, Partiya Karkerên Tirkiyeyê(TÎP), Partiya Komunîstên Tirkiyeyê(TKP), Partiya Ji nû ve Avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP), Partiya Azadiya Civakî(TOP), Partiya Şoreşger, Misilmanên Antîkapîtalîst, Ji Bo Demokrasiyê Yekitî û gelek sazî û pêkhateyên siyasî piştgirî dane konferansê.
(RT/AY)