Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Parastina Zarokan a ji Çapên bi Zerar ji bo pirtûkên bi navê “Danezana Mafên Zarokên Keç” û “Danezana Mafên Zarokên Kur” gotibû ku “weşanên bi zerar in.” Parêzer Mehmet Umît Erdemî li dijî vê biryarê doz vekiribû. Di Roja Zarokên Keç a Cîhanî de dadgehê biryara xwe ya derbarê pirtûkan de aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê êdî her du pirtûk “ne weşanên bi zerar in.”
Dadgehkirin di Îlona 2021an de li 12em Dadgeha Îdarî ya Enqereyê pêk hatiye. Heyeta dadgehê biryara betalkirina biryara Lijneya Parastina Zarokan a Çapên bi Zerar qebûl kiriye.
Erdemî got ku “Êdî her du pirtûk jî azad in.”
“Min bi keça xwe re xwendin”
“Cara pêşiyê ye, min his kir ku rasterast midaxe li jiyana malbata min bûye, ji ber wê min hewce bi vekirina dozê dît. Di sala 2019an de dema keça min 7 salî bû ji van çar pirtûkên ku hatine qedexekirin me sê pirtûk xwendibûn. Li gor nêrîna min ev pirtûk ji bo pêşketina şexsî û nêrîna li jiyanê girîng in.
“Dema min biryara qedexekirina wan bihîst, pêşiyê min bawer nekir, piştî min di rojnameya fermî de biryar dît, min lê nerî bê ka weşanxaneyan daxuyaniyek daye yan ne û piştî min fam kir ti gav nehatiye avêtin, min doz vekir.”
Di 8ê Adarê de dadgehkirin pêk hatiye û Erdemî 45 deqîqeyan derbarê pirtûkê de axiviye. Paşê sê akademisyen weke pispor hatine tayînkirin û van akademîsyenan gotiye ku biryara lijneyê ne rast e.
Piştî vê bi meh û nîvekê dadgehê sedema biryara xwe aşkere kiriye û biryara lijneyê ya qedexekirinê betal kiriye. Digel ku pisporan ji bo pirtûka “Çîrokên Beriya Razanê yên ji bo Zarokan” jî gotine, biryara lijneyê ne rast e, lê dadgehê bi yekdengî rapor red kiriye û gotiye ku biryara lijneyê ya qeexekirinê rast e. (AÖ/FD)