Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û bianet bernameya xwe ya OHOyê ( Ji Dibistanan Ber Bi Odeyên Nûçenivîsînê Ve) dê bide dest pê kirin.
Îsal 10. car e ku bernameya OHOyê tê bi rê ve birin. Bername dê li rojên 17-23yê Tîrmehê be û dê li Stenbolê bê pêk anîn.
Xwendekarên beşa ragihandinê, rojnamegeriyê û radyogeriyê dikarin beşdarî bernameyê bibin.
Li 8ê Hezîranê dema serlêdanê diqede. Lijneya hilbijêr dê ji her zanîngehê kesekê/î hilbijêre û encam dê li 15ê Hezîranê bêne dîyar kirin.
Ji bo bernameya OHOyê rojnamegerên li navendên sereke yên medyayê û rojnamegerên ciwan dê bigihin hev.
Beşdarên bernameyê dê bikarin ji tecrûbeya www.bianet.org-ê ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê jî sûdê wergirin. bianet malpera IPSyê ye ku rojane nûçeyên bi pîvanên ‘’nûçegihaniya mafparêz’’ çêdike û lê digere ‘’ ka rojnamegeriya ji rêzê cida divê çawa bê çêkirin.’’
Ji bo bernameyê akademîsyen, rojnameger û berpirsên rêxistinên mafparêz dê gotarên li ser ‘’rojnamegerî, pîvanên rojnamegeriyê, etîk, rojnamegeriya aştîxwaz, çavkaniyên alternatif ên rojnamegeriyê, rojnamegeriya welatiyan’’ pêş kêş bikin.
Her dîsa beşdar dê biçin saziyên ji bo mafên jin, zarok û LGBTÎyan kar dikin, dê bi rojnamegeran re bicivin û dê biçin serdana radyo, televizyon û navendên ragihandinê.
Piştî bernameyê rojnamegerên ciwan dê digel rojnamegerên xwedantecrûbe rojnameyeka dîjîtal çêbikin. Beşdar dê sertifikaya beşdariyê bistînin.
Ajansa Geşepêdanê ya Swêdê(SIDA) dê mesrefên beşdaran yên çûn-û-hatinê, manê û xwarinê bide.
OHOyê 246 kes li medyakaran zêde kirine
OHOyê li salên 2007-2015ê 246 xwendekarên beşa ragihandinê li medyakaran zêde kirine.
Li bernameyê 132 rojnameger, akademîsyen û berpirsên rêxistinên mafparêz bi ciwanan re civîyan û gotar pêşkêş kirin.
Bi bernameya OHOyê beşdar çûne serdana 44 rojname, radyo, televizyon û rêxistinên parastina mafan.
Digel van tiştan pirtûka 14. ya bi navê ‘’ Destpêka Rojnamegeriyê’’ bû berhemeka dî ya bernameyê.
*Ji bo serîlêdana bernameyê forma serîlêdanê ji navnîşana [email protected] re bişînin.
Forma bi zimanê Tirkî: Başvuru Formu