Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çiyayê Cûdî û Gabarê, herêma Bestayê di serî de li Şirnexê lig elek deveran agir bi daristanan ketiye. Ev şewata li daristanan û herêmên din ji serê zivistanê û heta niha berdewam dike.
Agirî herî dawî di 28ê Tebaxê de bandora xwe li Gundê Cifanê yê li quntarê Çiyayê Cûdî kiriye.
Ji bo agirên ku li daristanên bajarên kurdan derdikevin Hasan Ozguneş, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê got ku “bizanebûn agir pê dixin” û wiha berdewam kir: “Dixwazin welatiyên gundên wan di sala 1990an de hatine valakirin lê dîsa vegeriyane gundên xwe, bi vê rêyê koç bikin.”
Ozguneşî diyar kir ku saziyên fermî midaxele li şewata daristanan û derdorên din nakin. Li ser vê gotina Ozguneşî em li Walîtiya Şirnexê geriyan. Lê me nekarîbû xwe bigîhanda rayedaran.
Cerdevanan daran dibirin
Parlamenterê HDPyê îdîa kir ku piştî şer û pevçûn destpêkirin, bi taybet li quntara Cûdiyê, li herêma Bestayê û li gelek çiyayên Qilabanê hêzên asayişê guleyan bera didin an jî guleyên topê tavêjin û dibin sedema şewatê.
Ozguneşî her wiha got ku bi sedema “ewlehiyê” daran bi cerdevanan didin birîn û li wan cihên ku nikarin daran lê bibirin, dîsa bi sedema “ewlehiyê” topên guleyan tavêjin wir.
Hasan Ozguneş wiha dewam kir:
“Li vê herêmê bi piranî darên berûyan hene û ne ew dar in ku zû bi zû mezin bibin. Bi şewatan re rewşa ekolojîk xera dibe, jîngeha ajalan tune dibe, gelek ajan di nava agirî de dimirin. Gelê li vir debara xwe bi ajanvaniyê û çandinê dikin. Lê qadên ekonomîk ên mirovan bi qadên wan ên jiyanê re tên tengkirin. Hikûmet politikaya xwe li ser koçberkirina mirovan e li vir.”
“Li Rojavayê hemû derfet tên bikaranîn”
“Armanc ew e ku rasterast daristanan bişewîtiînin, ziyanê bigihînin hawirdorê, ziyanê bigihînin jîngehan û van deran bêmirov bihêlin, erdînariyê bêwêç bikin. Dema li rojavayê agir derdikeve dewlet hemû derfetên xwe bikar tîne, hewce bike ji welatên cîran alîkariyê dixwaze.
“Lê hêzên ewlehiyê yên dewletê agir li herêmê derdixin, midaxele lê nakin, kesên dixwazin midaxele bikin, li pêş wan dibin asteng.”
Rayedarekî ji Şaredariyê: Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye
Me xwe gîhand rayedarekî Şaredariya Şirnexê ku nexwest navê xwe bibêje û me jê pirsî ka gelo ji bo wan îdiayên dibêjin midaxele li agirî nakin nêrîna wî çiye. Rayedarî got ku ew sedema derketina şewatê nizanin lê heta cihê ku wesayît diçinê ew midaxele lê dikin û wiha dewam kir:
“Em nizanin çima agir pê dikeve. Lê ji ber Başûrê Rojhilat heremeke gelekî germ e, di heman demê de gel diçin seyranê. Ev hemû jî dibin ku sedem bin. Lê ti eleqeya wan bi hêzên asayîşê re nîne. Ji xwe hêzên ewlehiyê midaxele li agirî kirin.”
Me ji rayedarî re got ku li Rojavayê cihên ku wesayît nikaribin biçinê, bi helîkopterên agirkujî midaxele tê kirin. Rayedarî wiha bersiva me da: “Ev der ne Çanakkale an jî Antalya ye, ev der Çiyayê Cûdî ye. Helîkopter jî heta bilindahiyeke diyar difirin.” (TP/FD)