Fotograf: Canva
EurasiaDoc wê Kargeha Senaryoyên Belgefîlman pêk bîne. Kargeh wê ji du qonaxan pêk were ku qonaxa yekem wê di navbera 6 û 9ê Îlona 2021an bi awayekî online, qonaxa duyem jî wê di navbera 23 û 28ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an li Stenbolê li dar bikeve.
Kesên ku bi belgefîlman re eleqedar in dikarin bi projeyeke xwe heta 20ê Tebaxa 2021an serî li vê kargehê bidin.
Di vê kargehê de wê şîroveyên rexneyî li projeyan bên kirin, şert û mercên fînansekirina projeyan bên gotûbêjkirin. Beşdarên kargehê wê tevlî dersdarî li fîlman temaşe bikin û senaryoyên xwe bipêş bixin.
Piştî serlêdan qediyan wê lijneya hilbijartinê 6 projeyan hilbijêrin û derhênerên van projeyan wê beşdarî kargehê bibin. Di kargehê de wê bi Ingilîzî-Fransizî/Tirkî werger bê kirin.
Beşdarbûna kargehê bê pere ye û ji bo qonaxa yekem, divê komputerên beşdaran û înternetên wan hebin.
Heke rewşa pandemiyê rê bide û qonaxa duyem pêk bê, beşdar wê heqê rêya xwe û cihê mayînê bi xwe bidin.
Projeyên ku herî hindik 40 deqîqe ne dikarin serî lê bidin.
Kargeh bi hevkariya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Kolektîva Fîlman a CinAmedê, Documentarist, DocMonde û Ecran Libreyê û îsal bi alîkariya darayî ya Serkonsolosxaneya Frensayê ya li Enqereyê û Şaredariya Lyonê wê pêk were.
Derbarê Kargehê de
Derhêner û çêker Samuel Aubin, Kargeha Senaryoya Belgefîlman a EurasiaDocê birêve dibe. Di sala 2015an de li Stenbolê destpê kir û ji 2019an û vir ve bi navê EurasiaDoc Amedê li Amedê dewam dike.
Ji bo zanyariyên zêdetir û forma serlêdanê bitikîne
(FD)