Ajansa Nûçeyan a Etkînê(ETHA) ku edîtor û nûçegihanên wê hatibûn girtin û hesabên wê yên medyaya civakî hatibûn sansurkirin banga piştevaniyê li şopîner, rêxistinên çep, sosyalîstan kir.
Ajansê di daxuyaniya li ser hesabên xwe yên medyaya civakî dayî de banga piştevaniyê li xwîner, dost û saziyên çep-sosyalîst kir û xwest weke xwebexş bibin nûçegîhanê wan.

Manîfestoya Komunîst di operasyona ESPê de weke 'delîl' di dosyayê de cih girt
Her weha ETHAyê xwestiye ku çalakiyên hûn beşdar dibin, bûyerên civakî ên ku hûn dibinîn bi telefona xwe tomar bikin û him ji hesabên medyaya civakî û him jî ji maîla ajansê re bişînin.
Di daxuyaniyê de her wiha ji bo buro car din dest bi xebatê bikin banga piştgiriya teknîkê hate kirin û hate xwestin ku ji bo rojnamevanên girtî name bên nivîsandin û Rojnameya Atilim were belavkirin.
Di daxuyaniyê de ev jî hate gotin: “Hûn dikarin bi şopandina hesabên me yên medyaya civakî û bi parvekirinê sansura li ser me bidin rakirin.”

Di operasyona dijî ESPê de rojnameger jî hatin desteserkirin
Çi bûbû?
Di sibeha 3ê Sibatê de li 22 bajaran li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û saziyên wê operasyon pêk hat. Polîsan bi ser Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), Sendîkaya Limter-İş a girêdayî DİSKê, Polen Ekoloji, BEKSAV û hin saziyên de girtin.
Her weha polîsan deriyê ofîsê şikandin û bi ser ETHAyê de girtin. Polîsan dest danîn ser hardîskên komputeran û hemû alavên ETHAyê. Hesabên medyaya civakî yên ajansê hatin astengkirin.
Di encamê de 95 kes hatin desteserkirin û ji wan 77 kes di 5-6ê Sibatê de hatin girtin.
Di nav kesên hatin girtin de xebatkarên ETHAyê rojnameger Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz, Elîf Bayburt û Muslum Koyûn jî hebû. Nûçegîhan Zuleyha Muldur jî bi şertê kontrola edlî serbest bû.
Gurbuz, Gayip, Baybûrt birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û Koyûn jî birin Girtîgeha Metrîsê.

Hevserokê ESPê Çepnî jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
(HA/AY)
