Eskerên Amerîkayê ku li Sûriyeyê ne rê li eskerên Rûs ku xwestin biçin qada neftê ya li parêzgeha Hesekeyê, birîne.
Li qada neftê ya bajarokê Rimêlanê yê li rojhilatê bakurê Hesekeyê, qayişkêşana Amerîka û Rûsyayê dewam dike.
Li gor nûçeyeka Ajansa Anadoluyê eskerên Amerîkayê ji dewriyeya Rûs ku ji navçeya Amûdê ya li rojavayê bakurê Hesekeyê hat, xwest ku vegere. Li ser vê yekê di navbera herdu aliyan da bo kurtedemekê alozî derket.
Eskerên Ûris ku rê li wan hat birîn ku derbasî Rimêlana ku baregeha asîmanî ya Amerîkayê lê ye nebe, dû ra neçar ma ku vegere ciyê ku jê hat.
Hebûna Amerîkayê li qadên neftê
Amerîkayê gava Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kiribû, baregehên xwe yên li herêma herekatê vala kiribûn, giraniya xwe dabû ciyên ku qadên neftê lê hene.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kiribû ku wan, bîrên neftên yên li rojhilatê Sûriyeyê hildane bin parastinê û herwiha qederek eskerên Amerîkayê jî dê li vê derê bimînin.
(MB)
*Çavkanî: Önder Beyter |AA