Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞIK) 9em Rapora xwe ya Çavdêriya li TBMMyê (Meclîsa Gelî ya Mezin a Tirkiyeyê) weşandiye. Rapor behsa çavdêriyên di navbera 16ê Gulan û 15ê Hezîranê de pêk hatine, kiriye.
Di raporê de EŞIKê wiha gotiye:
“Ne tenê Peymana Stenbolê, tundkariya li ser jinên ku nîvê civakê ne, kuştinên jinan, binpêkirinên mafên jinan, pisgirêk û pêşniyarên çareseriyê yên derbarê wan de li gorî giringiya wê neketiye rojava Meclîsê.
“Ew partiyên siyasî yên li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê doz vekiribûn, wezîfeya şopandina dozan jî ji parlamenterên jin û dezgehên jinan ên partiyên xwe re hiştine. Li parlamentoyê ti daxuyanî jî nedan ku ji bo dozên ku vekirine bişopînin.”
Di raporê de Platformê diyar kiriye ku di 22 civînên komên partiyan ên meha dawiyê de ti carî behsa Peymana Stenbolê, pêjavoya darazê nekirine û bi tenê carekê jî navê jinan derbaz nebûye. Lê li welêt jin li ser lingan bûn, diqîriyan, lê ew deng ji dîwarên salonan ên civînên koman derbas nebûn.
Saziyê diyar kiriye ku di dema hevdîtinên Civata Giştî de bi tenê sê parlamenterên jin ên AKPyê behsa jinan kirine lê wan jî bi armanca biçûkxistinê û bi gotinên zayendperest û cidakar bikar anîne.
EŞIKê behsa Komîsyona Tundkariyê ya Parlamentoyê jî kirine û bibîr xistine ku partiyên mixalif xwe ji vê komîsyonê vekişandine.
Jinan di raporê de gotiye ku AKP ji bo kesên îstîsmara zarokan kirine efê bibin li Komîsyona Lêkolîna Tundkariyê û Komîsyona Edaletê ya Parlamentoyê li pey hewldanên nû ye û ev weke ‘tiştekî xetere’ binav kiriye.
(EMK/FD)