Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî gotiye “ez ê nîşana rûmetê ya dewleteka ku koleya Amerîkayêye li nik xwe nehêlim” û nîşan li Fransayê vegerandiye.
Di sala 2001ê de serokkomarê Fransayê yê wê demê Jacques Chiracî li paytexta Fransayê, Parîsê Nîşana Rûmetê ya Fransayê dabû Beşar Esadî.
Qesra Elyseeyê, roja duşemê diyar kiribû ku wan lêpirsîna disiplînê ji bo Esadî daye destpêkirin ka ew wê nîşanê heq dike an na.
Nîşana bi navê "Legion d'honneur" nîşana herî qedirbilind ya Fransayê ye. Cara pêşiyê di sala 1802yê de Napolyon Bonapartî ew nîşan dabû. Heta niho ji bo 93 kesan hatiye dayin.
(PT/MB)