Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo serokê Sûriyeyê Beşar Esadî got “ew terorîst e” Esadî bersiva wî da.
Esad ji ajansa fermî ya Sûriyeyê, ji SANAyê re axiviye. Wî diyar kiriye ku berpirsê xwîna li Sûriyeyê tê rijandin Erdogan e û got:
“Ew piştgiriya bêhed ji bo hemî rengên komên terorîst dike.”
Şeş sal in ku şerê navxweyî li Sûriyeyê didome. Îran û Rûsya piştgiriya Esadî dikin. Tirki Esadî wek berpirsê şerê li Sûriyeyê dibîne û naxwaze ew li ser kursîyê serokatiyê bimîne.
Bitikîne - Ji bo agirbesta li Sûriyeyê nûnerên NY, Rûsya, Îran û Tirkiye cara 2. li Astanayê civîyan
Ji milekê ve jî ji bo çareseriya dîplomatîk Tirkiye digel Îran, Rûsya û Sûriyeyê Astanayê(li Kazaxistanê) dicive.
(PT/MB)
Çavkanî: Deutsche Welle Türkçe