Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Medyayê ya Başûrê Rojhilatê Ewropayê Xelata Jêfêmkirineka Baştir ya Dr. Erhard Busekî–SEEMO da Erol Onderoglûyî ku ew rapornivîsê bianetê û berpirsê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSFyê), yê Tirkiyeyê ye.
The Erhard Busek SEEMO award for Better Understanding in SEE for 2016. is journalist Erol Onderoglu! @ErolOnderoglu #SEEMF2016
— SEEMF (@SEEMF_MEDIA) November 23, 2016
Rê-û-rismên ji bo xelatê 23yê Çiriya Paşiyê li Belgrada paytexta Sirbîstanê hat kirin. Dr. Erhard Busekî ji bo Erol Onderoglûyî got:
“Erol 20 sal in ku li Tirkiyeyê rojnamegeriya di standardên cîhanî de çêdike. Di heman demê de ew binpêkirinên mafên mirovan bêyî aliyekê bigire dike rapor.”
Bila ji bo rojnamegerên girtî be
Erol Onderoglû ji bianetê re axivî û got wî xelata xwe dîyarî girtîyên di girtîgehan de kiriye.
“Em dibînin ku parastina ji êrîşên desthilatê ya pîvanên rojnamegeriya etîk gelek zehmet e. Em bi hevalên me yên bêkar, an jî yên li kargehan dişixulin, an jî yên di girtîgehan de têdikoşin. Min ev xelata serê min bilind kirî, dîyarî rojnamegerên girtî yên wek Kadrî Gûrselî kir ku wî li ber deriyê Girtîgeha Metîsê daxwaz kir ez bêm berdan û paşê ew jî hat girtin. “
Xelat
Ji sedan zêde saziyên medyayê endamên SEEMOyê ne û navenda wê li Zagrebê ye. SEEBO ji bo azadiya xwe-îfadekirinê û azadiya çapemeniyê kar dike.
Xelat bi navê cihgirê serokwezîrê berê yê Awistûryayê tê dayin. Navê xelatê Xelata Jêfêmkirineka Baştir ya Dr. Erhard Busekî–SEEMO ye.
Xelat ji beriya niho ji bo Brankica Stankovic, Milena Dimitrova, Kemal Kurspahic hatiye dayin.
Erol Onderoglû kî ye?
Di sala 1969ê hatiye dinê. Beşa Fîlolojiya Fransizan li Zanîngeha Stenbolê xwendiye.
Ji sala 1996ê ve wek peyamnêr û nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) kar dike.
Ji sala 2000ê ve ji bo projeya bianetê ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê wek berpirsê weşanê, edîtorê mafê xwe-îfadekirinê û piştgiriya hiqûqî kar dike.
Ji bo bianetê Rapora Çavdêriya li Medyayê çêdike.
Onderglû ji ber ku ji bo Rojnameya Ozgûr Gûndemê bûbû Berpirsê Weşanê yê Nobedar, bi tometa “propagandaya rêxistina terorî” digel Şebnem Korûr Fîncanci û Ahmet Nesîmî hatibû girtin.
Piştî bertekê saziyên navneteweyî piştî deh rojan hatin berdan lê doza wan dewam dike. (EA/MB)