Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe ya ku ji aliyê ajansa fermî ya Ermenîstanê, Armenpressê ve hat parvekirin de wiha got: "Ermenistan careke din pabendbûna xwe bi hiqûqa navneteweyî û prensîbên wekhevî, serwerî û jiyana hevpar a aştiyane ya gelan piştrast dike û dewleta Filistînê nas dike."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ermenîstan piştgiriyê dide biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo agirbesta lezgîn li Xezeyê û herwiha hat destnîşankirin ku welatê wan piştgiriyê dide çareseriya dudewletî.
Welatên ku Filistînê nas dikin
Di 15ê Çiriya Paşiya 1988an de, di salên destpêkê yên Întîfada yekem de, Rêberê Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) Yaser Erefat, Filistîn wekî dewletek serbixwe ku paytexta wê Qudusê ragihand. Wî ev yek li Cezayîrê ragihand ku ew li wir li sirgûnê bû. Cezayîr welatê yekem bû ku bi fermî Filistîn nas kir.
Di Gulana 2024an de ji 194 endamên Neteweyên Yekbûyî jê 145 Filistînê wek dewlet nas dikin. Îspanya, Norwêc û Îrlandayê di meha Gulanê de bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew ê dewleta Filistînê nas bikin.
Rojhilata Navîn, Afrîka û piraniya Asyayê dewleta Filistînê nas dikin; Lê belê DYA, Kanada, Awustralya, Japonya, Koreya Başûr û gelek welatên Ewropaya Rojava Filistînê nas nakin.
Tirkiye jî yek ji welatên destpêkêye ku Filistîn nas kiriye.
(TY/AY)